Wezîrê xwendina bilind û parêzgarê Hesekê perwerdeya zanîngehan gotûbêj kir
Wezîrê xwendina bilind û lêkolînên zanistî Merwan Heleb bi parêzgarê Hesekê Nûreddîn Ehmed re civiya û rewşa perwerdeyê ya li parêzgehê, pêdiviyên zanîngehan û û baştirkirina rewşa akademîk gotûbêj kirin.
Di civînê de, rewşa zanîngehên li Hesekê û pêdiviyên wan ên bingehîn, her wiha awayên derbaskirina astengiyan û peydakirina pêdiviyên ji bo berdewamiya pêvajoya perwerdeyê û baştirkirina kalîteya perwerdeyê hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan bal kişand ser girîngiya xurtkirina xebatên akademîk li parêzgeha Hesekê.
ANHA
