• Sunday, 08 February 2026
logo

Serokê Fransayê gihîşt Bexdayê

Gulan Media September 2, 2020 Nûçe
Serokê Fransayê gihîşt Bexdayê
Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro di çarçoveya serdaneke fermî de gihîşt Bexdayê û biryar e bi awayekê cuda li gel her sê serokatiyên Iraqê û herwiha Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bicive.

Ji bo civîna li gel Macron, îro Çarşemê 2ê Îlonê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diçe Bexdayê.

Li gor zanyariyên Rûdawê, civîna li gel Nêçîrvan Barzanî li ser daxwaza Macron bûye û îro piştî nîvro tê lidarxistin, çimku ji ber kêmiya demê Macron nikare serdana Hewlêrê bike û li Bexdayê jî dê tenê çend demjimêran bimîne.

Li gor agahiyan, mijara serweriya axa Iraqê, mijareke sereke ya gotûbêjên Macron û berpirsên Iraqî û Kurdistanî ye, ew yek jî di demekê de ye ku zêdetirî du mehan e Tirkiye di nav axa Başûrê Kurdistanê û Iraqê de operasyonên serbazî pêk tîne. Tê texmînkirin ku pirsgirêkên navbera Amerîka û Îranê di nav sînorê Iraqê de mijareke din a gotûbêjên herdu aliyan be.

Şêwirmendê Bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa derbarê naveroka hevdîtina Macron û Nêçîrvan Barzanî de ji Rûdawê re ragihand, di civînê de mijarên girêdayî Iraqê û piştevaniya Fransa bo mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê tên gotûbêjkirin.

Felah Mistefa herwiha got, di hevdîtinên navbera Macron û rayedarên Iraqê û Herêma Kurdistanê de dê alîkarî û hemahengiya şerê li dijî DAIŞê û terorê, û piştevaniya navdewletî û parastina serweriya Iraqê bên gotûbêjkirin.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî jî ji derbarê rola Fransayê di çareserkirina nakokiyên navbera Kurdistanê û Iraqê de ji Rûdwa re da xuyakirin, ku Fransa di çarçoveya destûra Iraqê de, piştgirî li mafên Herêma Kurdistanê dike.

Emmaneul Macron berî ku serdana Iraqê bike, serdana Lubnanê kiribû û li wê derê tekezî li ser piştgiriya Parîsê bo Lubnanê û çavdêrîkirina rewşa wî welatî ji aliyê Parîsê ve kiribû.

Rudaw
Top