Beşeke din ji koçberên Efrîn ber bi warê xwe bi rê ketin
omeke din a koçberên Efrînê yên li bajarên Qamişlo, Heseskê û Dêrik berê xwe dane warê xwe.
Îro berbanga sibehê beşeke din a koçberên Efrîn, wekî berdewamiya karwanên ku beriya niha berê xwe dane Efrînê di çarçoveya peymana 29`ê Çileyê de ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê, ber bi Efrînê bi rê ketin.
Cîgirê Ewlekariya Giştî ya Parêzgeha Hesekê Siyamend Efrîn û Endamê Tîma Serokatiya ya peymana 29`ê Çileyê Mistefa Ebdê bi karwanê re bû.
Mistefa Ebdê di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku ev beş karwanê dawî ya koçberên Efrînê ye, rêkar û gavên ji bo destpêkirina pêvajoya vegera koçberên Serêkaniyê jî piştî rakirina mayînan wê pêk were.
Ebdê da zanîn ku xebatên vekirina avê ya stasyona Elok dest pê kirin û destnîşan kir ku dadwerên Rêveberiya Xweser jî di çarçoveya peymanan 29`ê Çileyê çûne Şamê û bi Wezareta Edaletê re hevdîtin pêk anîne. Ji bo vekirina saziyên nifûsê û paseportan di dema bê de jî xebatên wan hene.
Wê karwan îro êvarê bighîje Efrînê.
Ronahi.tv
