Hunermend Îsmaîl Hîlal klîba ‘Birîna Evînê’ belav kir
Hunermendê Kurd Îsmaîl Hîlal berhema xwe ya nû ya bi navê "Birîna Evînê" li ser hemû platformên muzîkê belav kir.
Hunermendê xwedî îrade û mamosteyê tembûrê Îsmaîl Hîlal, bi klîba xwe ya herî nû ya bi navê "Birîna Evînê" careke din bala hezkiriyên muzîka Kurdî kişand ser xwe.
Çîroka jiyana Îsmaîl Hîlal mînakeke mezin a berxwedanê ye. Ew dema tenê 8 salî bû, di encama teqîna mayînekê de her du çavên xwe winda kirin. Tevî vê dijwariyê jî, Hîlal dest ji jiyanê berneda û muzîk ji bo xwe wekî rênîşander hilbijart. Ew ne tenê stranbêj e, di heman demê de mamostetiya tembûrê jî dike.
Klîba strana "Birînê Evînê" bi hewldan û piştgiriya dostên hunermend hatiye amadekirin.
Hunermend Îsmaîl Hîlal xwast ku bi vê klîbê hem mîrateya muzîka herêmî biparêze û hem jî nîşan bide ku ti astengî nikarin li pêşiya afirandina hunerê bibin bend.
K24
