Başûrê Kurdistanê: 595 kes bi Coronayê ketin û 24 kes mirin
Li gor daxuyaniya wezareta tendirustiyê, ji duh ve heta îro 5,275 pişkinînên Coronayê hatine encamdan, ku li gor encamên wan pişkinînan, 595 kesên din bi vîrusa COVID-19 ketine û 24 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Li gor amarên nû, 189 kes li Hewlêrê, 112 kes li Silêmanî, 33 kes li Germiyanê, 231 kes li Duhokê û 30 kes li Helebceyê bi vîrusê ketine.
Ji 20 kesên ku di 24 demjimêrên bihorî de canê xwe ji dest dane jî, 10 kes li Hewlêrê, 6 li Silêmaniyê, 3 li Raperînê û 5 kes jî li Duhokê ne.
Herwiha 471 nexweşên Coronayê jî li Herêma Kurdistanê baş bûne, ku 267 kes li Hewlêrê, 31 kes li Silêmanî, 37 kes li Germiyanê, 109 kes li Duhokê û 27 kes jî li Helebceyê ne.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 29,347 kes bi Coronayê ketine ku 1,098 kes ji wan canê xwe ji dest dane û 18,520 kes jî baş bûne - Wezareta Tendirustiya Kurdistanê
Rudaw
