Li Colemêrgê şer, li Mêrdînê operasyon
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihandiye, şeva bihorî di navbera hêzên wan û gerîlayên PKKê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê şer derktiye.
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku şer şeva bihorî li Geliyê Tiyarê li navçeya Çelê çê bûye û di encamê de 2 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane û dest bi ser du çekên ji corên Klaşînkof û M16 de hatiye girtin.
PKKê hêj derbarê vî şerî de ti daxuyanî nedaye û canjidestdana wan gerîlayên xwe piştrast an red nekiriye.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê herwiha diyar kiriye, ku Operasyona Birûsk-2 Cîlo li sînorê parêzgeha Colemêrgê li dijî PKKê berdewam dibe.
Li Stewra Mêrdînê operasyon dest pê kir
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê herwiha da xuyakirin, ku hêzên wan li navçeya Stewrê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ve jî operasyonek li dijî PKKê dane destpêkirin.
Li gor daxuyaniyê, operasyona li deverê di jêr navê Birûsk-8 Stewr de hatiye destpêkirin û 1831 serbaz têde beşdar in.
Wezaretê herwiha diyar kiriye, di çarçoveya operasyonên bi navê Birûsk de ku li gelek navçeyan hatine lidarxistin, heta niha 38 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.
HPG: Hêzên me li Şirnexê êrîşek pêk anîn
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) di daxuyaniyekê de ragihandiye, gerîlayên wan roja 30ê Tebaxa 2020 (du roj berî niha) li sînorê qezaya Bêt Şebabê ya ser bi Şirnexê ve êrîşek li dijî hêzên Tirkiyê pêk anîne.
HPG dibêje, êrîş saet 18.30 li devera Kato Jîrka hatiye encamdan û serbazekî Tirkiyê di êrîşê de hatiye kuştin.
HPG herwiha ragihandiye, roja 30ê Tebaxê di navbera saet 13.50 heta 21.55 de firokeyên cengî yên Tirkiyê devera Zapê li nav sînorê Herêma Kurdistanê bombebaran kirine, lê di encama wan êrîşên esmanî de ti zirar çê nebûne.
Rudaw
