• Wednesday, 15 July 2026
logo

Şandeyek Amerîkayî serdana Kobanê kir

Şandeyek Amerîkayî serdana Kobanê kir

Di çarçoveya hevdîtinên navneteweyî yên têkildarî siberoja herêmê de Rêveberiya Xweser a Kobanê bi şandeya Amerîkayê re rêbazên pêkanîna peymana 29ˊê Çileyê û mekanîzmayên entegrasyonê nîqaş kirin. Her du aliyan girîngî da parastina ewlehiya herêmê û misogeriya aramiya wê ligel berçavgirtina taybetmendiya pêkhateya Kurdî.

Şande ji Nadine Maenza, seroka berê ya Komîsyona Azadiya Olî ya Navneteweyî ya DYAyê û seroka niha ya Enstîtuya Angajmana Cîhanî; Megan Bodette, rêvebera lêkolînê li Enstîtuya Aştiyê ya Kurd; û Dr. Amy Austin Holmes, profesor li Zanîngeha George Washington û nivîskarê pirtûka "Survivors' State" li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêk tê.

Di hevdîtinê de hevserokê Rêveberiya Xweser a Kobanê Ferhan Hec Îsa û cîgira hevserokatiyê Mizgîn Xelîl amade bûn.

 

Her du aliyan mekanîzmayên entegrasyonê û asta heta niha pêk hatiye û rêbazên bicihanîna peymana 29ˊê Çileyê nîqaş kirin.

Amadebûyan girîngî da parastina taybetmendiya pêkhateya Kurd li herêmê û got divê ewlehî û parastina herêmê were xurtkirin.

Li kêleka wan jî beşdaran bal kişand ser mijara jinê û pêwîstiya naskirina mafên wê di destûra Sûriyeyê de.

 

ANHA

 

Top