• Saturday, 07 February 2026
logo

"Emîrê DAIŞê yê Tirkiyê" hat desteserkirin

Gulan Media September 1, 2020 Nûçe
Hêzên Ewlehiyê yên Tirkiyê li bajarê Edeneyê kesek desteser kir û eşkere dikin ku "Emîrê DAIŞê yê Tirkiyê" ye.

Suleyman Soylu, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê spasiya hêzên ewlehiyê kir û ragihand: “Qaşo Emîrê DAIŞê yê Tirkiyê Mahmut Ozden hat girtin û ligel wî planên giring hebûn. Di wan panên ku hatin desteserkirin de zanyariyên li ser cihên veşartina çekan jî hene.”

"Amadekariya revandina rayedarên dewletê dikirin"

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê piştre li ser vê mijarê ji rojnamevanan re axivî û got: “Me xwe gihand terorîst Mahmut Ozden. Me di lêgerînên mala wî de dest danî ser alavên dîjîtal û komputerên wî.”

Suleyman Soylu eşkere kir: “Me dît ku ji Iraq û Sûriyê fermanan werdigre, ligel grûpên 10-12 kesî li Tirkiyê di amadekariya çalakiyê de bûn, planên wan ên li ser cihên veşartina çekan û bi kê re dê têkevin peywendiyê, plana çalakiya li dijî grûpên ku ji aliyê aboriyê ve dê zirarê bide Tirkiyê, plana revandina rayedarên siyasî û dewletê û veguhestina wan bo aliyê Sûriyê, fermanên ku werdigre hemû bi awayekî zelal û planên sepandinê hene.”

K24
Top