Li rojavayê Kurdistanê 12 kesên din bi Koronayê ketin
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa di daxutaniyekê de diyar kir; li rojavayê Kurdistanê 12 haletên din ên pêketina bi Koronayê hatine tomarkirin.
Dr. Ciwan Mistefa diyar kir; kesên nû bi Koronayê ketine wiha ne: 4 kes li Hesekê, 4 kes li Kobaniyê , 3 kes li Qamişlo û kesek li Reqayê.
Hevserokê Desteya Tenduristiya diyar kir jî, di nav 24 demjimêran de 3 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 556 kesan, ji wan 101 kesan baş bûne û 35 kesan jî canê xwe ji dest dane.
K24
