• Saturday, 07 February 2026
logo

Netenyahu: Em rê nadin Îran aştiya me û welatên erebî têkbide

Gulan Media August 31, 2020 Nûçe
Netenyahu: Em rê nadin Îran aştiya me û welatên erebî têkbide
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu duh di civîne li gel şêwirmendê bilind û zawayê serokê Amerîkayê Donald Trump de, Îran bi hewldana têkdana aştiya navbera Îsraîl û welatên ereb ve tometbar kir.

Benjamin Netenyahu duh 30.08.2020ê li gel zawa û şêwirmendê bilind ê Trump, Jared Kushner û şandeyekî li gel a Amerîkayê ku serdana Îsraîlê kirine civiya û di wê civînê de aşkera kir: ‘’Em dixwazin bingeheke nû yê ava kirina civakekî nû û pêngavên wê bavêjin, lê dîktatorên li Tehranê dixwazin me vegerînin serdema tarîbûnê û me vegerînin sedsalên dema navîn.’’

Netenyahu got: ‘’Nabe em rê bidin Îranê aştiya navbera Îsraîlê û welatên erebî têk bide.’’

Basnews
Top