Siwêda piştî salekê: Bêdengî heye û dosyayên mezin çareser nebûne
13`ê Tîrmehê 2025`an li Siwêdayê komkujî pêk hat û hîna birînên Siwêdayê rehet nebûne. Eniyên şer bê deng in lê hîna dosyaya malbatên di komkujiyê de koçber bûne û vegera wan û kesên windayî nehatiye çareserkirin. Her wiha komkujî nehatiye lêkolînkirin û hesab ji berpirsên komkujiyê nehatiye xwestin.
Tîrmeha sala borî li gundewarên Siwêdayê di navbera çekdarên êlan û çekdarên herêmî yên Siwêdayê de pevçûn çêbûn. Piştre ev pevçûn berfireh bûn, hêzên hikumeta demkî tev lê bûn û herî dawî Îsraîl jî destwerdan kir.
Şer û pevçûn berfireh bû û li Siwêda û gundewarên wê fireh bû, bi sedan ji şêniyên Siwêdayê hatin kuştin, birîndar bûn û bi hezaran koçber bûn. Her wiha di komkujiyê de destdirêjî li mal û milkên şêniyên Siwêdayê hate kirin. Komkujiya 13`ê Tîrmehê 2025`an li pey xwe birînên giran ku derman nabin, hişt.
HIKUMETA DEMKÎ ÇI KIR?
Hikumeta demkî 31`ê Tîrmeha 2025`an ragihand ku têkildarî bûyerên Siwêdayê `komîteya neteweyî ya lêpirsînkirina binpêkirinan` ava kiriye. Ji komîteyê xwestiye ku lêkolîn bike û li şahidên bûyerê guhdar bike.
Piştî ku 8 meh di ser avakirina komîteya neteweyî ya lêpirsînkirina binpêkirinan re derbas bûn, Wezareta Edaletê di meha Adara 2026`an de ragihand ku komîteyê rapora xwe ya dawîn radestî wan kiriye û wan encamên raporê rakirine aliyên edlî da ku qanûnî biryar ji bo berpirsên bûyerên Siwêdayê bidin.
Destpêka meha Tîrmehê 2026`an rayedarên hikumeta demkî ragihand ku rûniştina yekemîn a darizandina berpirsên bûyerên Siwêdayê li dadgeha leşkerî ya Şamê dest pê kir. Her wiha got lêpirsîna têkildarî bûyerên Siwêdayê hîna didome û hemû kesên destê wan di bûyerên Siwêdayê de hene, dê hesab ji wan were xwestin. Heyanî niha têkildarî nav, hejmara berpirsên bûyerên Siwêdayê û hûrgiliyên rapora komîteya lêpirsînê agahî nehatine ragihandin.
Li beramberî vê yekê aliyên olî û hiqûqî û çalakvanên sivîl ên Siwêdayê dibêjin lêpirsîna hikumeta demkî ya bûyerên Siwêdayê ne di asta tê xwestin û edalet tenê bi avakirina komîte û dadgehkirina çend kesan pêk nayê. Divê encamên lêpirsînê werin belavkirin, navê hemû berpirsên bûyerên Siwêdayê werin aşkerakirin, kesên fermana komkujiyê dane yên pêk anîne, werin dadgehkirin, aqûbeta kesên winda zelal bibe, girtî werin berdan, koçber vegerin warê xwe û tazmînatê bidin wan. Çalakvan jî dibêjin salek di ser bûyerên Siwêdayê re derbas bûn û hîna ev dosya nehatine çareserkirin.
Ji aliyekî dîtir ve serokê rûhanî yê Civaka Misilmanên Miwehidîn a Durziyan Şêx Hikmet Selman El Hicrî îro bang li Durziyan dike ku hevgirtina xwe ya civakî xurt bikin û dûrî hikumeta Cebel Paşan ji bo avakirina saziyên herêmî yên parêzgehê bibin alîkar.
BI HEZARAN KOÇBER DÛRÎ WARÊ XWE NE
Salek di ser bûyerên Siwêdayê re derbas bû û hîna dosyaya koçberan nehatiye çareserkirin. Rêveberê navendên koçber lê dimînin û çalakvanê kar û barê giştî Eşref Munzir ji bo salvegera komkujiya Siwêdayê ji ajansa me re axivî û got: "Li gorî jimariya komên karker hejmara koçberan derdora 23 hezar malbatî ye. Koçber ji gundewarên bakur û rojavayê Siwêdayê ne. Ew herêm şewitandin û wêran kirin. Derdora 5 hezar malbatî ji parêzgehê derketin derveyî Sûriyeyê yan koçberî herêmên dîtir ên Sûriyeyê bûn. Niha derdora 18 hezar malbatên koçber li Siwêdayê mane. Ev malbatên koçber li ser bajarên sereke û gundewarên rojhilat û rojavayê Siwêdayê belav bûne. Hejmara koçberan 61 hezar kes e û zêdetirî xwe mal û milkên wan wêran bûye û çavkaniya wan a debara jiyana xwe bikin, nîn e. Ew koçber niha li navendên koçber lê dimînin, di malên kirêkirî de û li gel mirovên xwe dimînin."
Munzir têkildarî rewşa koçberan got: “Niha li parêzgeha Siwêda 75 navendên koçber lê dimînin, hene. Tenê hezar û 200 malbat li wan navendan (75) dimînin. di van şert û mercên zehmet de malbatên koçber zêdetirî xwe mal kirê kirine yan jî li gel mirovên xwe dimînin. Her wiha di nava koçberan de 900 astengdar hene, 10 hezar kes nexweşên kronîk weke nexweşiya şeker, dil û tansiyon bi wan re hene. 11 hezar û 500 zarok ên temenê wan nebûye 12 sal hene û pêdiviyên wan ên tenduristî û xwendinê hene."
Her wiha Munzir da zanîn ku 22 gund hîna vala ne û got: "Venegeriyane, şert û merc ne guncawin ku şêniyên van gundan lê vegerin û aramî nîne. Gundên herî zêde ziyan dîtine gundê El Mezrea, El Dûr, El Têra, Lebîn, Erîqa, Kefer El Lehif, Rîma El Lehif, Semîd, Dama, Necran, Sûra El Kebîra, Sûra El Sexîra, Metûna û Um Zeytûn. Her wiha li gundewarên rojava û bakurê Siwêda jî ziyan dîtine.”
QURBANÎ Û AQÛBETA WENDAYÎ Û GIRTIYAN
Di bûyerên Siwêdayê de ne tenê koçberî çêbû, hîna dosya kesên wenda û girtî çareser nebûye. Rojane malbatên kesên wenda û girtiyan derdikevin xwepêşandanan. Di xwepêşandanan de daxwaz dikin ku zarokên wan serbest berdin û aqûbeta kesên wendayî zelal bibe.
Çalakvanê hiqûqî û koçberê ji gundê El Mezrea Munîb El Hisên ji ajansa me re axivî û got: "Di van bûyeran de parêzgehê zêdetirî 3 hezar şehîd dan. Salek li ser bûyeran re derbas dibû û hîna gelek malbat aqûbeta zarokên xwe dipirsin. Zêdetirî 100 kes wendayî ne, bi dehan girtî ne û gelek malbat aqûbeta zarokên xwe nizanin. Hinek girtî hatin berdan lê li gorî agahiyên gihîştin destê me hîna girtî li zîndana Edra û Tertûsê hene. Girtî jî hene malbatên wan nizanin li kudere girtî ne û dixwazin rewşa zarokên xwe bizanibin."
KOÇBER LI BENDA VEGERÊ NE
El Hisên got di vê demê de veger zehmet e û wiha pê de çû: “Şêniyên gelek gundan hatin kuştin, malên wan wêran kirin û şewitandin û heyanî niha nikarin vegerin gundên xwe. Koçber bi mafê xwe yê vegera li gundên xwe ve girêdayî ne. Heke garantiya ewlehiyê were dayîn, aqûbeta kesên wendayî zelal bibe û tazmînat ji bo koçberan were dayîn, dê vegerin.”
Koçberan ji ajansa me re got heke garantiyên navneteweyî neyên dayîn, hêzên leşkerî û ewlehiyê yên hikumetê ji gundên wan dernekevin ew nikarin vegerin gundên xwe.
REWŞA SIWÊDAYÊ ÇAWA YE?
Nûçegihanê me got li gorî sala borî niha bêdengî li Siwêdayê heye. Operasyonên leşkerî yên berfireh rawestandine lê hîna aramî li herêmê nîn e.
Bûyerên 13`ê Tîrmehê 2025`an gelekî bandor li têkiliya hikumeta demkî û Siwêdayê kir. Her wiha di aliyê aborî de gelek pirsgirêk hene. Qada çandiniyê û bazirganiyê gelekî ziyan dîtin. Bêkarî heye, kel û pel gelekî biha ne û xizmetguzarî gelekî kêm e.
ANHA
