• Saturday, 07 February 2026
logo

Mesîhiyên li Dihukê 5 postan werdigirin

Gulan Media August 31, 2020 Nûçe
Mesîhiyên li Dihukê 5 postan werdigirin
hikûmeta Kurdistanê biryar li ser daye
Heta niha postek wergirtine.

Nunerê pêkhateya Mesîhiyan li Parlementoya Kurdistanê Rûbîna Teyarî ragihand ku li îdareya herêmî ya Dihukê de pêkhateya mesîhî 5 postan werdigire lê heta niha postek wergirtine û biryare 4 postên din ji wan re werin dayîn.

Teyarî eşkere kiriye ku hikûmeta Kurdistanê biryar daye daku 5 post li îdareya Dihukê bo mesîhiyan bin û heta niha tenê Cîgirê Parêzgar bo karûbarê îdarî ji wan re hatiye dayîn û di pêşerojê de 4 postên din ji wan re tên dayîn.

Top