• Monday, 13 July 2026
logo

Serok Barzanî sersaxiyê ji Mîrê Qeterê re dixwaze

Serok Barzanî sersaxiyê ji Mîrê Qeterê re dixwaze

Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 12ê Tîrmeha 2026ê) di peyameka sersaxiyê de, ji ber koça dawiyê ya Mîrê Bav ê Qeterê Şêx Hemed bin Xelîfe Al Sanî, hevxemiya xwe bo Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî, binemala Al Sanî û gelê Qeterê diyar kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: "Cenabê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî, rêzdar Mîrê Dewleta Qeterê, bi xem û kovaneka mezin ve, nûçeya koça dawiyê ya Xudêjêrazî, bavê we cenabê Mîrê Bav Şêx Hemed bin Xelîfe Al Sanî gihîşt me; ew serkirdeyê ku tevahiya jiyana xwe bo xizmetkirina Dewleta Qeterê û gelê wê terxan kir."

Di peyama Serok Barzanî de herwesa hatiye: "Di demekê de ku em hevxemiya xwe ya zêde arasteyî cenabê we, malbata we ya rêzdar, hikûmet û gelê bira yê Qeterê dikin, em ji Xudayê mezin daxwaz dikin ku Xudêjêrazî bixe ber dilovaniya xwe ya berfireh û bi bihişta berfireh şa bike, herwesa sebir û hedarê bide we."

Şêx Hemed bin Xelîfe Al Sanî kî ye?

Mîrê Bav: Şêx Hemed bin Xelîfe Al Sanî, ku li Qeterê wekî "Mîrê Bav" tê nasîn, îro (Yekşem, 12ê Tîrmeha 2026ê) di jiyê 74 saliyê de koça dawiyê kir.
Endazyarê Qetera nû: Di navbera salên 1995 heta 2013ê de, desthilata Qeterê di destê wî de bû û ew wekî endazyarê Qetera nû tê nasîn. Di desthilata serdema wî de, Qeterê pêşketineka mezin di warên aborî, hinardekirina gazê û pêgeha dîplomasî de li cîhanê tomar kir.
Radeskirina desthilatê: Di sala 2013ê de, wî bi daxwaza xwe desthilat da destê kurê xwe Şêx Temîm bin Hemed.

 

K24

Top