• Saturday, 07 February 2026
logo

Joe Biden: Trump dixwaze Amerîkî hevdu bikujin

Gulan Media August 31, 2020 Nûçe
Joe Biden: Trump dixwaze Amerîkî hevdu bikujin
Namzedê Partiya Demokrat a Amerîkayê yê helbijartinên serokatiya Amerîkayê dibêje, serokê naha yê Amerîkayê Donald Trump dixwaze Amerîkî hevdu bikujin.

Namzede Partiya Demokrat Joe Biden di tora xwe ya civakî twitterê de ragehand, şerê çekdarî ya hemwelatiyên Amerîkayê, ku car caran li ser şeqaman pêktê, tiştekî ku bê qebûl kirin û pejirandin nîne.

Joe Biden pêwîst dibîne ku rêgirî li çêbûna wan şer û kuştina Amerîkiyan a hevdu bê anîn û serokê Amerîkayê Donald Trump ji vê yekê berpirs dibîne û dibêje Trump dixwaze pirsgirêkên waha bixulqên.

Biryare helbijartina serokatiya Amerîkayê roja 03.11.2020ê birêve biçe, ku Trump wek nûner û namzedê Komarxwazan namzede û li hember wî jî Joe Biden namzedê Partiya Demokrat e.

Basnews
Top