• Monday, 13 July 2026
logo

Civîna yekemîn a Parlamentoya Sûriyeyê hat lidarxistin

Civîna yekemîn a Parlamentoya Sûriyeyê hat lidarxistin

Civîna yekemîn a Parlamentoya Sûriyeyê (Meclisa Gel) ku hefteya borî hatibû taloqkirin, di van kêliyan de li Şamê tê lidarxistin.

Destpêkê endamên parlamentoyê bi komî sond xwarin. Piştre dê serokê parlamentoyê û endamên nivîsgehên wê werin diyarkirin. Endamên dê werin diyarkirin dê civînê bi rêve birin û li gore yasayên danezana destûrê û pergala demkî ya hilbijartinê xebatên dema bê destnîşan bikin.

Piştî temamkirina hilbijartina desteya nivîsgehê, dê mekanîzmeya rêxistinkirina kar, avakirina komîsyonên wê, xebatên dema pêş werin nîqaşkirin.

 

Biryar bû civîna yekemîn 6‘ê Tîrmehê hatiba lidarxistin, lê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan bêyî ku sedemê diyar bike civîn taloq kiribû.

Li gorî pergala demkî ya hilbijartinan, Parlamentoya Sûriyeyê ji 210 endaman pêk tê. Ji wan 140 endam ji aliyê komîsyonên hilbijartinan ên parêzgehan hatyîn tayînkirin. Serokê hikumeta demkî Ehmed El Şera 70 endam tayîn kirin.

 

ANHA

Top