Hejmara miriyên lehiya Efxanistanê gihîşt 175 kesan
Çend roj berê li gelek wîlayet û herêmên Efxanistanê baranek tund barî û li gelek cihan lehî rabû, li hinek deveran jî erd şimitî.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê hikûmeta wî welatî ve hatine ragihandin, hejmara kesên ku ji ber lehiyê mirine, roj bi roj zêde dibe.
Bi gotina berpirsên hikûmetê, heta niha herî kêm 175 kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne, gelek kes jî hîn wenda ne û di bin kavilan de mane. Loma tê pêşbînîkirin hejmara miriyan zêde bibe.
Basnews
