Qalîbaf: Serdema peymanên yekalî bi dawî bû
Mihemed Baqir Qalîbaf ragihand ku serdema peymanên yekalî bi dawî bûye û hişyarî da aliyê beramber ku eger pêbendî sozên xwe nebin, divê bacê bidin.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf li ser hesabê xwe yê Xê nivîsî:
"Serdema peymanên yekalî bi dawî bû. Me ji we re gotibû, pêbendî soz û berpirsyariyên xwe bin, nexwe divê hûn bacê bidin.
Niha dema rûbirûbûna li gel rastiyê ye."
Mihemed Baqir Qalîbaf li gel vê peyamê, beşek ji xala pêncem a peymana 14 xalî ya di navbera Amerîka û Îranê de belav kir.
Di wê xalê de tekezî li vekirina Tengava Hurmizê tê kirin, bi mercê ku "rêkarên Îranê" li ber çavan werin girtin.
Naveroka xala pêncem a peymanê
Di xala pêncem a peymanê de hatiye gotin:
"Piştî îmzekirina peymanê, Îran ji bo dabînkirina rêyeke aram ji bo derbasbûna keştiyên bazirganî bêyî standina bacê 60 rojan, ji Kendavê ber bi Deryaya Umanê ve û berovajî wê, hemû hewlên xwe dide.
Divê Îran di nav 30 rojan de hemû astengiyên teknîkî û leşkerî rake û pêvajoya paqijkirina mayînan temam bike.
Her wiha Tehran bi Uman û welatên Kendavê re dest bi dan û standinan dike ku şêwazê birêvebirina paşerojê ya Tengava Hurmizê li gorî qanûnên navneteweyî diyar bike."
Êrişên Amerîkayê û bersiva Îranê
Peyama Qalîbaf piştî wê yekê hat ku Amerîkayê cara sêyem êrişî Îranê kir.
Li gorî CENTCOMê, di êrişên li Îranê de 140 armanc hatine bombebarankirin ku di 2 êrişên berê de jî zêdetirî 160 armanc hatibûn bombebarankirin.
Îranê zû bersiva êrişên Amerîkayê da.
Li gorî daxuyaniyên Supaya Pasdaran û Artêşa Îranê, hêzên wan bi dron û mûşekan êrişî baregehên Amerîkayê yên li Kuweyt, Behreyn, Urdin û Qeterê kiriye.
Îmaratê jî ragihand ku wan bersiva êrişên dronî û mûşekî yên Îranê daye.
Rudaw
