• Saturday, 07 February 2026
logo

Wezîrê Perwerdeya Kurdistanê daxwaza paşxistina sala nû ya xwendinê dike

Gulan Media August 30, 2020 Nûçe
Wezîrê Perwerdeya Kurdistanê daxwaza paşxistina sala nû ya xwendinê dike
Wezîrê Perwerdeya Herêma Kurdistanê dibêje, ya baş ew e ku sala nû ya xwendinê hinekî were paşxistin da ku bandora nexweşiya Koronayê li ser şagirdan kêmtir bibe.

Wezîrê perwerdeya Herêma Kurdistanê, Alan Heme Seîd gotarek li ser çawaniya destpêkirina sala nû ya xwendinê li Herêma Kurdistanê nivîsiye.

Di wê gotarê de, ku ji aliyê malpera K24 ve hatiye belavkirin, wezîrê perwerdê gotiye, destpoêkirina sala nû ya xwendinê girîng e lê ji ber belavbûna vîrusa Koronayê ew neçar in hinek tedbîran bigirin.

Alan Hemed Seîd her wiha gotiye, biryara dawî dê ji aliyê encumena wezîran ve were dayîn lê ya herî baş ew e ku sala nû ya xwendinê hinekî were paşxistin da ku bandora nexweşiya Koronayê li ser şagirdan kêmtir bibe.

Wezîrê perwerdeya Kurdistanê diyar kiriye, şiyana wan heye da ku piroseya xwendinê bi sîstema elektironîk bidin meşandin lê ti sîstemek bi qasî amadebûna şagirdan li nav polan de û vebûna dergehên dibistan û mekteban bi sûd nîne. Lê ji ber Koronayê ew neçar in rêkên din bidin pêşiya xwe.



Basnews
Top