• Saturday, 07 February 2026
logo

Cîgirekî Krîstiyan bo parêzgarê Duhokê tê danîn

Gulan Media August 30, 2020 Nûçe
Cîgirekî Krîstiyan bo parêzgarê Duhokê tê danîn
Îro Encûmena Parêzgeha Duhokê ji bo dengdan li ser hilbijartina cîgirekî nû bo parêzgarê Duhokê ji pêkhateya Krîstyan dicive

Peyamnêrê Rûdawê li Duhokê ragihand, biryar e civîna Encûmena Parêzgeha Duhokê destpê bike ji bo ku cîgirekî nû bo parêzgarê Duhokê ji pêkhateya Kristyan danin.

Endamê Encûmena parêzgeha Duhokê Nînos Odîşo di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, 3 kes ji bo wergirtina postê cîgirê parêzgeha Duhokê berbijêr in ku ji aliyê Encûmena Wezîran ve bo Encûmena Parêzgeha Duhokê hatine şandin.

Nînos Odîşo da zanîn ku ew berbijêr jî Aşûr Sergon Esxirya, Şemon Şlîmon Îşo û Wilyem Tyodor Ay-rimiya ne ku endamên Tevgera Demokrat ya Aşûrî ne.

Di meha hezîrana îsal de Elî Teter Nêrweyî weke parêzgarê nû bo Duhokê hatibû destnîşankirin.

Duhok ji 27ê Gulana 1969an ve bûye parêzgar û ji 7 qeza û 24 bajarokan pêk tê. Hejmara rûniştvanên wê parêzgehê jî nêzikî 1 milyon û 500 hezar e.

Rudaw
Top