'Berxwedana Îslamî' li Iraqê: Em bi ti awayî dest ji çekên xwe bernadin
"Berxwedana Îslamî" li Iraqê ragihand, çekên wan nabe mijara ti saziş û lihevkirinê û ew ê şiyanên xwe yên serbazî li dijî Amerîka û Îsraîlê hîn bêtir pêş bixin.
Di daxuyaniyekê de ku derengiya şeva borî hat belavkirin, Berxwedana Îslamî li Iraqê tekez kir, ew ê bi ti awayî dest ji çekên xwe bernedin û got: "Çekên me ti carî nabe mijara sazişê, lê belê ev çek wekî eqîde û peymanekê li ser milê me ye."
Berxwedana Îslamî amaje bi wê yekê kir, ew ê bi hemû hêza xwe kar bikin da ku şiyanên xwe yên serbazî û ewlehî di warê "çendatî û kalîteyê" de pêş bixin. Herwiha diyar kir jî, ev amadebaşî ji bo rûbirûbûna wan metirsî û gefan e ku ji aliyê "Îsraîl û Amerîkayê" ve li ser navçeyê hene.
Ji aliyekî din ve, Sekreterê Giştî yê Ketayîb Hizbullah Ebû Husên Hemîdawî hişyariyeke tund arasteyî hikûmeta Iraqê û berpirsan kir û daxwaz ji wan kir ku " serê xwe li ber Berxwedanê bitewînin."
Hemîdawî ragihand, Ketayîb Hizbullah li ser daxwaz û bi biryara rêberê berê yê Îranê (Ayatullah Xumeynî) hatiye avakirin û endamên wan heta niha jî li ser heman rêbazê berdewam in.
Sekreterê Giştî yê Ketayîb Hizbullah ragihand, "Ew girseyên ku beşdarî merasîmên veşartina Rêberê Îranê Elî Xameneyî li Necef û Kerbelayê bûn, nîşana 'nûkirina peymanê' û pabendbûna bi rêya berxwedanê ne."
K24
