• Saturday, 07 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyê canjidestdana 5 Gerîlayan ragihand

Gulan Media August 30, 2020 Nûçe
Artêşa Tirkiyê canjidestdana 5 Gerîlayan ragihand
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiya ragiahnd ku 5 gerîlayên PKK di encama opersyoneke wan li herêma Metînan li Başûrê Kurdistanê canê xwe jidest dane. Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya HPGê ragihand ku li navçeya Gever a Colemêrga Bakurê Kurdistanê êrişî wesayîteke zirxî ya artêşa Tirkiyê kirine û hejmareke leşker hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, gerîlayên PKKê li herêma Metînan di amadebaşiyê de bûn bo encamdana çalakiyan, lê berî ku çalakiyan encam bidin ji aliyên balafirên wan ve hatine aramnckirin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê dibêje di wê êrişê de 5 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Ji aliyê din ve Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG)ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirkiyê daxuyanî da û ragihand ku hêzên wan 25ê Tebaxa 2020an li dijî wesayîta zirxî ya artêşa Tirkiyê li avçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek pêk anîne.

Li gor daxuyaniyê di vê çalakiyê de wesayît bi temamî hate jinavbirin û hejmara leşkerên hatin leşker hatine kuştin û birîndarkirin, lê ew hejmar nehate zelalkirin.

Herwiha HPG dibêje êrişên artêşa Tirkiyê li herêma Zapê Xakûrkê berdewam in.

Roja 27 Tebaxa 2020 Wezîrê Berevaniya Tirkiya Hulusî Akar di hevpeyniyeke taybet li gel medyaya welatê xwe de ragiahnd ku ji dema destpêkirina opersyonên wan ên vê dawiyê li Başûrê Kurdistanê 320 gerîl bûne armanc û canê xwe jidest dane.

HPG jî li gorî amarên dawî ku ragihandiye karîne 280 leşkerên Tirkiya li başûrê Kurdistanê bikujin.

Rudaw
Top