• Sunday, 08 February 2026
logo

Li seranserê cîhanê hejmara haletên Covid-19ê ji 25 milyonî derbas bû

Gulan Media August 30, 2020 Nûçe
Li seranserê cîhanê hejmara haletên Covid-19ê ji 25 milyonî derbas bû
Li tevahiya cîhanê hejmara haletên pêkitina vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19) ji 25 milyonî derbas bû.

Li gor malpera "Worldometer"a ku daneyên derbarê koronayê de berhev dike, li cîhanê hejmara kesên ku bi Covid-19 ketine gihîşt 25 milyon û 5 hezar û 518 kesan.

Haletên tûşbûna vîrusa koronayê ya nû herî zêde li Amerîkayê hatin dîtin. Li Amerîkayê 6 milyon û 106 hezar û 686 kes bi Covid-19 ketine.

Piştî Amerîkayê welatên ku herî zêde lê haletên koronayê hatin dîtin, bi rêza ve; Brezîlya (3 milyon û 812 hezar û 605), Hindistan (3 milyon û 508 hezar û 95), Rûsya (985 hezar û 346), Perû (629 hezar û 961), Afrîkaya Başûr (620 hezar û 132), Kolombiya (590 hezar û 520), Meksîka (585 hezar û 738), Îspanya (455 hezar û 621), Şilî (405 hezar û 972) û Arjantîn (392 hezar û 9).

Covîd-19a ku yekem car li bajarê Vuhan aÇînê derket holê, belavî ji 200î zêdetir welat û herêmê bû. Li tevahiya cîhanê ji ber Covîd-19ê 842 hezar û 919 kes mirine.

Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser, ji destpêkê ve heta niha 527 kes bi Coronayê ketine, ku 34 kesan ji wan jiyana xwe ji dest dane

Heta niha li Herêma Kurdistanê 27 hezar û 621 kes tûşî Coronayê bûne ku ji wê hejmarê jî 17 hezar û 386 kes baş bûne û hezar û 32 kesan canê xwe ji dest dane.

Rudaw
Top