Îrec Mescidî: Amerîkayê Iraq kiriye qada şerê li dijî Tehranê
Îrec Mescidî, Balyozê Îranê yê li Bexdayê di hevdîtineke ligel malpera Al Monitor a Amerîkî de diyar kir: “Amerîkayê Iraq kiriye qada şerê li dijî Tehranê.”
Mescidî destnîşan kiriye: “Hebûna Amerîkayê bûye sedema nearamiya li herêmê û geşepêdana terorê. Ligel vê jî, hevkariyên me bo Iraqê, li ser bingeha man an nemana Amerîkayê li Iraqê nîne.”
Balyozê Îranê yê li Bexdayê eşkere kir ku ew hêvî dikin biryara Parlementoya Iraqê ya derbarê derxistina hêzên Amerîkayê ji Iraqê were cîbicîkirin û got: “Çimkî Amerîkayê bi awayekî eşkere serkideyekî Îranî kuşt ku mêvanê Iraqê bû.” Mebesta Îrec Mescidî, Qasim Suleymanî ye.
K24
