• Saturday, 07 February 2026
logo

ENKS: Me gelek xalên di Lêvegera Siyasî de çareser kirin

Gulan Media August 29, 2020 Nûçe
ENKS: Me gelek xalên di Lêvegera Siyasî de çareser kirin
Endama Desteya Serokatiya ENKSê dibêje, wan gelek xalên di Lêvegera Siyasî de çareser kirine û tenê “yek du xalên girîng mane” û Sekreterê Partiya Aştî ya Demokrat jî dibêje, ew niha li ser erkê lêvegerê û hejmara wê radiwestin.

Danûstandinên ji bo yekrêziya nav mala Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di navbera Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurd (PYNK) berdewam in.

Fesla Yûsif, Endama Desteya Serokatiya ENKSê, derbarê danûstandinên li gel PYNKê ji Rûdawê re axivî.

Fesla Yûsif dibêje, wan mijar gelek bi başî li gel hev gotûbêj kirin û gelek xalên di Lêvegera Siyasî de çareser kirine û tenê “yek du xalên girîng mane ku ji Lêvegera Siyasî xelas bibin û li hev bikin.”

Endama Desteya Serokatiya ENKSê amaje bi wê dike, car caran astengî derdikevin jî, lê herdu alî hewl didin wan astengiyan bidin alî û karê xwe berdeam dikin û hîn “pirsa reveberî û leşkerî maye ku li ser li hev bikin.”

Telal Mihemed, Sekreterê Partiya Aştî ya Demokrat ku di nav PYNKê de cih digire derbarê danûstandinên aliyên Kurdî ji Rûdawê re axivî.

Sekreterê Partiya Aştî ya Demokrat dibêje, danûstandin di qonaxa duyem de li ser Lêvegera Siyasî berdewam in, lê heta niha ti encam jê derneketine û hîn çend civînên pêwîst in heta ku xala Lêvegera Siyasî bidawî were.

Herweha Telal Mihemed aşkere jî kir ku ew niha li ser erkê lêvegerê û hejmara wê radiwestin.

Rudaw
Top