• Sunday, 08 February 2026
logo

Cehfer Şêx Mistefa: Plan heye kurdan li sînorê Xaneqînê winda bikin

Gulan Media August 29, 2020 Nûçe
Cehfer Şêx Mistefa: Plan heye kurdan li sînorê Xaneqînê winda bikin
Berpirsê baskê Xaneqînê yê PDKê Cehfer Şêx Mistefa ragehand li sînorê Xaneqînê DAIŞê û Heşdî Şeibî jiyan li xelkê têkdaye. Herwaha got, 37 gundên kurdan hatine vala kirin û planeke metirsîdar heye ku kurdan li navçeyê nehêlin û li ser vê kar dikin.

Cehfer Şêx Mistefa ji BasNewsê re ragehand, ‘’Li sînorê Xaneqînê û derdora wê kiryarên tundiyê yên DAIŞê û herwaha bi navê DAIŞê ve berdewame û gelek xirabkarî tên kirin li hember xelkê Xaneqînê û gundên derdorê û herwaha xelkê nahyeyên Qeretepe, Seidiye, Cebare û Celewlayê.

Herwaha diyar kir di kiryarê xwe yê herî dawî de jî DAIŞê li vî sînorî du birayên kurd li gel yek şehîd kir û otomobîla wan jî şewitand. Herwaha duh 15 mal li gundê Deke gund vala kirin ji ber rewşa ewlehiyê li navçeyê gelek xirabe.

Cehfer Şêx Mistefa got, rewşa gundan bi taybet li derdora Xaneqînê ji dest Heşdî Şeibî û DAIŞê ve gelek xirabe. Piştî 16ê cothema 2017ê heta naha 37 gundên kurdan hatine vala kirin û naha 5 gundên din jî ber bi valabûnê ve diçin. Hin gund hene têkelin kurd û ereb. Ereb selametin û DAIŞ dest nade wan. Lê kurd neparastî ne û bi plan kar tê kirin bo ku kurd li vî sînorî nemînin.

Şêx Mistefa got, li ser kurdan fişarekî zêde heye, bi taybet li navenda bajarê Xaneqînê. Li Celewla û Seidiyê kurd pir kêm mane. Naha xwastek heye ku navenda Xaneqînê jî wek wan nahyeya lê bikin ji kurdan vala bikin.

Basnews
Top