• Saturday, 07 February 2026
logo

Sûriye – Li Dêrazorê li dijî hebûna hêzên Îranî û Rûsî xwepêşandan hat kirin

Gulan Media August 29, 2020 Nûçe
Sûriye – Li Dêrazorê li dijî hebûna hêzên Îranî û Rûsî xwepêşandan hat kirin
Li bajarê Dêrazor yê Sûriyê, bi sedan kes kom bûn û daxwaza derxistina milîsên Îranî, hêzên Rûsî û Sûrî kirin.

Duhî li devera Ezba ya bajarê Dêrazorê bi sedan kes li dijî hebûna hêzên Îranî, Rûsî û Sûrî li devera xwe meşiyan.

Di meşê de pankartên wekî “Îran û Rûsya ji xak û malên me derxînin”, “Şêxên eşîrên me yên ku daxwaze hilweşandina hikûmeta Şamê nekin nûnertiya me nakin” û “Ji mezhebperestiyê re na” hatin hildan.

Her wiha bang li hevpeymaniya navdewletî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk hat kirin ku “Milîsên Îranê” ji rojhilatê Firatê derxînin.

Ev demek e li gundewarên Dêrazorê xwepêşandan ji bo derxistina “Milîsên Îran, hêzên rêjîma Sûriyê û hêzên Rûsyayê” ji Dêrazor û rojhilatê Firatê tên lidarxistin.

Xwepêşanderan diyar kirin ku ewê her înî di nava çalakiyan de bin heta daxwazên wan bi cih werin.

Basnews
Top