• Sunday, 08 February 2026
logo

Amerîka hêzên xwe ji Iraqê vedikişîne

Gulan Media August 29, 2020 Nûçe
Amerîka hêzên xwe ji Iraqê vedikişîne
Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand; meha bê, yek ji sisêyê hêzên xwe ji Iraqê vedikişîne û di nava salekê de jî ti hêzeke wan dê li Iraqê nemîne.

Pentagonê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kiriye ku hêzên wan heta hetayê li Iraqê namînin û meha bê, yek sisêyê hêzên wan ji wî welatî vedikişin, di nava salekê de jî temamê hezên wan dê vekişin.

Herwiha Pentagonê eşkere kiriye ku niha hêzên Iraqê dikarin bi xwe rûbirûyî DAIŞê bibin û meha bê, li Iraqê ji 5 hezar û 200 serbazan, hêzên xwe bo 3 hezar û 500 serbazî kêm dikin.

Dema Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê serdana Washingtonê kiribû, Donald Trump, Serokê Amerîkayê ragihandibû ku hejmara hêzên xwe yên li Iraqê dê kêm bikin.

K24
Top