• Saturday, 07 February 2026
logo

Odeya Bijîşkan a Diyarbekirê: Îro tenê li nexweşxaneyekê 15 kes mirin

Gulan Media August 29, 2020 Nûçe
Odeya Bijîşkan a Diyarbekirê: Îro tenê li nexweşxaneyekê 15 kes mirin
Îro li bajarê Diyarbekirê yê bakurê Kurdistanê, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl ji ber vîrûsa koronayê 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Odeya Bijîşkan a Diyarbekirê ragihand ku îro tenê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl 15 kesan ji ber Covid-19ê canê xwe ji dest dane.

Li aliyê din, Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê duh diyar kiribû ku li seranserê Tirkiyê 26 kes ji ber koronayê mirine.

Odeya Bijîşkan a Diyarbekirê hişyar kir ku belavbûna vîrûsa koronayê ji kontrolê derketiye û nexweşên divê li nexweşxaneyê werin tedawîkirin, ji ber ku cih tine ye, li malê têne hiştin.

Herwiha di daxuyaniya Odeya Bijîşkan a Diyarbekirê de hatiye destnîşankirin; ji ber ku hejmara pêketin û mirinan kêm têne nîşandan, civak dikeve nav rehetiyê û pabendî rênimayiyan nabin.

Odeya Bijîşkan a Diyarbekirê bal dikşîne ser wê yekê ku divê liv û tevgerên xelkê werin kêmkirin û li nexweşxaneyan weke pêwîst cih ji bo nexweşan werin çêkirin.



K24
Top