• Saturday, 07 February 2026
logo

Li Rojavayê Kurdistanê 19 kes bi koronayê ket û kesek jî mir

Gulan Media August 29, 2020 Nûçe
Li Rojavayê Kurdistanê 19 kes bi koronayê ket û kesek jî mir
Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser li Bakurê Rojhilatê Sûriyê amarên nû yên têkildarî coronavîrusê belav kirin û ragihand, di 24 demjimêrên bihorî de kesekê jiyana xwe ji dest daye û 19 kes jî bi COVID-19 ketine.

Hevserokê Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser a li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, Dr. Ciwan Mistefa îro Şemiyê 29ê Tebaxa 2020 amarên nû yên têkildarî Coronayê belav kirin.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di 24 demjimêrên derbasbûyî de 19 haletên nû yên pêketina bi vîrusa COVID-19 li navçeyên Rêveberiya Xweser hatine tomarkirin,.

Li gor daxuyaniyê, ji wan 19 haletên nû yên pêketinê, 6 kes li Hesekê, 6 li Qamişlo, kesek li Dirbespiyê, 4 kes li Dêrikê û kesek jî li Til Koçerê bi COVID-19 ketine.

Li gor amarên îro, haletên nû yên tûşbûna bi Coronayê herî zêde li Heseke, Qamişlo û Dêrikê hatine tomarkirin.

Ciwan Mistefa herwiha got, herî dawî kesekî din ji pêketiyên Coronayê li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye, ku bi gotina wan jinerkê 52 salî ji Amûdê bûye.

Mistefa herwiha da zanîn ku ku di nava 24 saetên derbasbûyî de tenê kesekî ku bi koronayê ketibû, baş bûye.

Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser, ji destpêkê ve heta niha 527 kes bi Coronayê ketine, ku 34 kesan ji wan jiyana xwe ji dest dane.

Rudaw
Top