Parlamenter Sirri Sakik: Ger dewlet dixwaze pirsgirêkê çareser bike divê gavên qanûnî biavêje
Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik, der barê daxuyaniya dawî ya KCK’ê de diyar dike ku daxuyaniyên siyasî bi tenê têrê nakin. Gelê Kurd gelek caran peyva "em ê çareser bikin" bihîstiye, ji ber vê yekê niha dem dema gavên qanûnî, demokratîk û pratîk e.
Sakik balê dikişîne ser dîplomasiya dawî ya di navbera Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê de. Ew destnîşan dike ku heke ev hevkarî tenê li ser "ewlehiya" li dijî Kurdan û polîtîkayên zextê were avakirin, ew ê ne aramiyê bîne û ne jî pirsgirêkê çareser bike, tenê dê kûrtir bike.
Sakik tîne ziman ku bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd, li tu welatên herêmê aramiya domdar nayê avakirin. Ji bo vê yekê, divê Kurd pêwendiyên xwe yên navxweyî xurttir bikin û zimanê yekitî û diyalogê bi pêş bixin.
Di dawiyê de, Sakik bang li civaka navneteweyî jî dike û dibêje ku pirsgirêka Kurd ne meseleyeke ewlehiyê ye; ew meseleya maf, demokrasî û welatîbûna wekhev e.
ANHA
