• Saturday, 07 February 2026
logo

Macron: Em xeta sor datînin ber Tirkiyê

Gulan Media August 29, 2020 Nûçe
Macron: Em xeta sor datînin ber Tirkiyê
Serokê Fransayê ragihand: “Me li Deryaya Spî xeta sor danî ber Tirkiyê û Enqere rêz li kiryarê digre, ne li gotinê.”

Emmanuel Macron, Serokê Fransayê di civîneke çapemeniyê de diyar kir; îsal dê helwesteke wan a tund li hember kiryarên Tirkiyê li Deryaya Spî hebe û ew xeta sor datînin ber Tirkiyê, "çimkî Tirkiye rêz li kiryarê digre, ne li gotinê".

Macron destnîşan kir: “Dema mijar derbarê serweriya rojhilatê Deryaya Spî de be, divê gotin ligel kiryarê hev bigrin, lê Tirkiye rêz li gotinan nagre.”

Li aliyê din, Josep Borrell, Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê jî ragihand; Yekîtiya Ewropayê hejmarek siza li dijî Tirkiyê amade dike û tê çaverêkirin ku di lûtkeya dahatû ya Yekîtiya Ewropayê de ev sizadan were gotûbêjkirin, ku biryar e di 24ê meha Îlonê de were lidarxistin.Ev jî weke bersivek bo milmilaniya navbera Yewnanistan û Tirkiyê ya li rojhilatê Deryaya Spî.



K24
Top