• Saturday, 07 February 2026
logo

HPGê nasnameya 3 gerîlayan aşkere kir

Gulan Media August 29, 2020 Nûçe
HPGê nasnameya 3 gerîlayan aşkere kir
HPGê nasnameya 3 gerîlayên di şerê li herêma Gabarê canê xwe ji dest dane aşkere kir.

Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye di daxuyaniyekê de nasnameya 3 gerîlayan aşkere kir.

Li gor daxuyaniya HPGê artêşa Tirkiyê roja 13ê Hezîranê li devera Çirav a li Çiyayê Gabarê ya Şirnexê operasyonek dabû destpêkirin.

HPGê aşkere kiriye ku di encama êrişên artêşa Tirkiyê di çarçova wê operasyonê de 3 gerîlayên wan canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya HPGê nasnameya gerîlayên canê xwe ji dest dane wiha ne; Halîs Aka nasnav bi Delîl Herekol xelkê Mêrsînê, Rîhan Muhammed nasnav bi Rûhal Amûdê xelka Amûdê û Ahmet Kavas nasnav bi Şervan Botan jî xelkê Kobaniyê bûye.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî berî niha belav kiribû ku wan 13ê Hezîranê li herêma Çirav a Gabarê operasyonek dabû destpêkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di êrişeke asmanî ya firokeyên wan de li wê deverê 5 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dabûn. Parêzgariya Sêrtê jî dîmenên wê êrişê belav kiribûn.

Li aliyê din HPGê dîmenên êrişeke hêzên wan li herêma Heftenînê belav kiriye ku li gor daxuyaniya hatiye dayîn ew êriş 17ê Tebaxê hatiye kirin û di encamê de 7 serbazên Tirkiyê hatine kuştin.

Rudaw
Top