4 endamên malbatekê di rûdana trafîkê de canê xwe ji dest dan
Duh înê 28ê Tebaxa 2020an, li ser rêya sereke ya Dukan – Ranye, di navbera sê otomobîlan de rûdaneke trafîkê qewimî û di encamê de çar endamên malbatekê jiyana xwe ji dest dan, ku hemû di nav otomobîlekê de bûn.
Rêveberiya Polîsê Silêmaniyê eşkere kir; lêkolînên wan dest pê kirine û karîne nasname û kesûkarên qurbaniyan bibînin.
Polîsê Silêmaniyê amaje bi wê yekê kir; ji ber ku otomobîl û hemû welatiyên tê de bi temamî şewitîbûn, termên wan nedihatin nasîn. Piştî rûdanê hêzên Polîsê Parêzgeha Silêmaniyê Beşa Polîsê Dukanê dest bi lêkolînan kir û kesûkarên qurbaniyan dîtin.
Li gor zanyariyên destpêkê, endamên malbata ku di rûdana trafîkê de jiyana xwe ji dest dan, nişteciyên taxa Serçinar a bajarê Silêmaniyê ne, lê li gor nasnameya wan ji xelkê navçeya Şêxan a li sînorê Şingalê ne.
Hat ragihandin ku çar qurbaniyên rûdanê; jin û mêr û du zarokên wan bûn.
Rudaw
