Deriyê sînorî yê di navbera Riha û Rojavayê Kurdistanê de vebû
Parêzgariya Rihayê di daxuyaniyekê de ragihand ku Deriyê Gumrukê yê Serê Kaniyê di navbera Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de ji otomobîlên bazirganî re vebû.
Li gor daxuyaniyê deriyê sînorî yê bi navê “Deriyê Gumrukê yê Serê Kaniyê” di çarçoveya Plana Çalakiyên Serokomariya Tirkiyê de hate avakirin û Waliyê Rihayê Abdullah Eren bixwe mijûlê çêkirina derî bûye.
Abdullah Eren anî ziman ku Deriyê Gumrukê yê Serê Kaniyê ji bo herêmê girîngiyeke xwe ya mezin heye û dê di warê aborî de sûdeke baş bide herêmê.
Eren got: “Ev der ji bo Serê Kaniyê nefesekê bistîne derfeteke gelek baş e. Bi vekirina derî re derfetên kar dê zêde bibin, di warî bazirganî de pêşketin dê çêbin û aborî geş dibe. Bi saya vê yekê hem aliyê Tirkiyê û hem aliyê din dê sûdeke gelek baş werbigrin.”
Serê Kaniyê dikevê ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê ku 90 kîlometreyan ji Qamişlo dûr e.
Bajarê Serê Kaniyê tevî bajarê Girê Spî û bi dehan gundên ser bi wan bajaran ve, piştî êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê di Cotmeha 2019 de ketine bin kontrola hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdarên Sûrî yên girêdayî Enqerê.
Pêştir ew navçe di jêr desthilata Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bûn û bi şer ji kontrola DAIŞê hatibûn rigzarkirin.
Rudaw
