Li Tirkiyeyê çend baregeh û leşkerên NATOyê hene?
NATO, li Tirkiyeyê bi awayê fermî xwediyê çar baregehan e.
Yek ji wan Baregeha Asmanî ya Încîrlîkê ye ku li bajarê Edeneyê ye û ji sala 1955an ve ji aliyê NATOyê ve tê bikaranîn.
Ev baregeh bi hevparî ji aliyê Tirkiye û Amerîkayê ve tê bikaranîn.
Nêzîkî 2500 leşkerên NATOyê li wê baregehê ne. Ew ji bo armanca êrişên asmanî û dabînkirina lojîstîka leşkerî tê bikaranîn.
Meletî
Baregeha Radarê ya Kurecîkê li Meletiya Bakurê Kurdistanê ye.
NATO ji sala 2012an ve wê baregehê bi kar tîne. Baregeh ji bo şopandina êrişên bi mûşekan û hişyariya pêşwext a li hemberî êrişên bi mûşekan tê bikaranîn.
Nêzîkî 50 leşkerên Amerîkayê li wê baregehê ne.
Îzmîr
Baregeha sêyem, Fermandariya Hêzên Bejayî yên NATOyê ye û ew li bajarê Îzmîrê ye.
NATO ji sala 2012an ve wê bi kar tîne. Ew navenda Fermandariya Giştî ya Hêzên Bejayî yên NATOyê ye û nêzîkî 1500 leşker û xebatkarên sivîl li baregehê ne.
Konya
Ya çarem jî Baregeha Asmanî ya Konyayê ye ku ji destpêka salên notî ve ji aliyê NATOyê ve tê bikaranîn.
Ew bi taybetî ji bo piştgiriya operasyonên NATOyê û sîstema hişyariya pêşwext a êrişên asmanî ye.
Bi awayekî berdewam nêzîkî 65 leşkerên NATOyê li wê baregehê hene.
BAREGEHÊN NATOYÊ YÊN LI TIRKIYEYÊ
Baregehê Asmanî yê Încîrlîkê
- Edene
- Sala 1955an
- Tirkiye û Amerîka
- 2500 leşker
- Êrişên asmanî û lojîstîka leşkerî
Baregehê Radarê yê Kurecîkê
- Meletî
- Sala 2012an
- Şopandina êrişên bi mûşekan
- Hişyariya pêşwext
- 50 leşkerên Amerîkayê
Fermandariya Hêzên Bejayî yên NATOyê
- Îzmîr
- Sala 2012an
- 1500 leşker û personel
Baregehê Asmanî yê Konyayê
- Konya
- Destpêka salên 1990î
- Piştgiriya operasyonên NATOyê
- Hişyariya pêşwext
- 65 leşker
Rudaw
