• Saturday, 07 February 2026
logo

Fransa: Em şanazî dikin ku em ligel Pêşmerge şerê dijî DAIŞê dikin

Gulan Media August 28, 2020 Nûçe
Fransa: Em şanazî dikin ku em ligel Pêşmerge şerê dijî DAIŞê dikin
Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Florence Parly, Wezîra Berevaniyê ya Fransayê kir û piştî civînê, di konferanseke çapemeniyê de naveroka civînê eşkere kir.

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Serdana Wezîra Berevaniyê ya Fransayê di demeke hestyar de ye. Hê jî Iraq û Herêma Kurdistanê hewcedariya wan bi piştgirî û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê heye. Weke çawa ku pêwîstiya me bi piştevaniya siyasî û aborî jî heye.”

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir: “Fransa endameke bibandor a Hevpeymaniya Navdewletî ye bo têkbirina DAIŞê. Gelek piştgirî û hevkarî pêşkêşî Iraq û Herêma Kurdistanê kirine. Em bi pêzanîn û giringî li vê serdanê dinêrin û ev serdan nîşaneya piştevaniya Fransayê ye bo Iraq û Herêma Kurdistanê.”

Barzanî dibêje: “Fransa di gelek qonaxên dijwar de piştgiriya Herêma Kurdistanê kiriye. Peywendiya dîrokî her du aliyan bi hev ve girê dide. Ji Enfala sala 1986an heta Raperîna 1991ê û azadiya Iraqê û piştî wê, Fransa her dem bi serederiyeke dostane nêzîkî Herêma Kurdistanê bûye. Gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe, ti car piştgiriya Fransayê ji bîr nake.”

Serokê Herêma Kurdistanê di axaftina xwe de spasiya helwesta Emmanuel Macron, Serokê Fransayê kir û got: “Di aloziyên payîza 2017an de dorpêça dîplomasî ya li ser Herêmê şikand û ji bo asayîbûna rewşê alîkariya me kir û ji bo diyalog û danûstandina navbera Hewlêr û Bexdayê alîkar bû.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha eşkere kir: “Di şerê dijî DAIŞê de tevî hevkariya serbazî, alîkariya mirovî jî pêşkêşî hemû aware û penaberên ji hemû pêkhateyên olî û netewî kir. Bi taybetî piştevaniya bo xwişk û birayên me yên Mesîhî û Êzidî.”

Florence Parly: Em şanazî dikin ku em ligel Pêşmerge şerê dijî DAIŞê dikin

Wezîra Berevaniyê ya Fransayê jî di civîna çapemeniyê de eşkere kir: “Min piştî serdana xwe ya Bexdayê, serdana Herêma Kurdistanê jî kir, da ku piştevaniya Fransayê bo Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan bidim, ku rûbirûyî çendîn dijwariyên mezin bûne, ji aliyê tendirustî û ji aliyê mijarên din ve.”

Florence Parly diyar kir: “Em di vê qonaxa dijwar de ligel we ne, ji aliyê rûbirûbûna DAIŞê ve jî em ligel we ne. Dijminê me yek e, ku navê wî DAIŞ e. Di vî şerê dijî DAIŞê de xebata Pêşmerge gelek girîng e. Fransa bi wê yekê şanazî dike ku ligel Pêşmerge vî şerî dike. Ev şerê ku bû şeş sal em dikin, şerekî giran û dijwar e, lê belê gelek girîng e û divê berdewam be.

Em bi rijdî ligel we di şerê dijî DAIŞê de di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de berdewam in.”

Parly herwiha got: “Divê serweriya Iraqê were parastin û ew aloziyên ku hene û destwerdanên derekî, nabe bimîne û divê diyalogeke baş hebe di navbera welatên herêmê. Ez di wê baweriyê de me ku Birêz Nêçîrvan Barzanî ji bo vê yekê dixebite û em dikarin bi hev re DAIŞê têk bibin.”

K24
Top