Hevserokê YNKê Bafil Talebanî tûşî Coronayê bû
Hevserokê YNKê li hejmara xwe ya taybet a Facebookê aşkere kir ku ew bi vîrusa Coronayê ketiye û got ku wek her kesên din wî jî xwe kerentîn kiriye û rênimayên tendirustî cîbicî dike.
Herwiha Bafil Talebanî di wê daxuiyaniya xwe da daxwaz ji hemwelatiyan dike û dibêje, “Ji we hemûyan daxwaz dikim pabendî rênimayan bin. Li gel hev rêgir bin di belavbûna vê şewba cîhanî de û bi ser rewşê de zal bin.”
Her di wê daxuyaniyê de Hevserokê YNKê tekez kir ku rewşa tendirustiya wî cêgir e.
Roja 11ê vê mehê jî Hevserokê YNKê Lahûr Şêx Cengî jî ragihandibû ku ew tûşî vîrusa Coronayê bûye û Dr. Mîran Mihemed, Endamê Polîtbûroya YNKê ji Rûdawê re ragihandû ku roja 18ê mehê bo Lahûr Şêx Cengî dûbare pişkinîn kirine û “derket holê ku Corona bi selametî derbas kiriye.”
Li gor amarên fermî yên Wezareta Tendirustiyê, heta niha li Herêma Kurdistanê 26 hezar û 801 kes tûşî vîrusa Coronayê bûne û ji wê hejmarê jî 16 hezar û 243 kes baş bûne û 981 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Rudaw
