• Saturday, 07 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Fransayê di qonaxên dijwar de piştgiriya Kurdistanê kir

Gulan Media August 28, 2020 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Fransayê di qonaxên dijwar de piştgiriya Kurdistanê kir
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku Fransayê di gelek qonaxên zehmet de piştgiriya Herêma Kurdistanê kir û herwiha spasiya Serokomarê Fransayê kir ku gemaroya li ser Herêma Kurdistanê şikand.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîra Berevaniyê ya Fransayê Florence Parly ku îro gihîştibû Hewlêrê civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîra Berevaniyê ya Fransayê di civînê de peywendiyên Hewlêr û Parîsê, dawîn pêşhat û şerê hevbeş ê li dijî DAIŞê gotûbêj kirin.

Piştî civînê kongreyeke rojnamevaniyê hat encamdan û Serokê Herêma Kurdistanê di wê kongreyê de amaje bi wê kir, Fransayê di gelek qonaxên dijwar de piştgiriya Herêma Kurdistanê kir û spasiya Emmanuel Macron, Serokomarê Fransayê kir ku gemaroya li ser Herêma Kurdistanê şikand.

Serokê Herêma Kurdistanê di axaftina xwe de tekez kir ku niha jî pêwîstî bi palpiştiya Hevpeymaniya Navdewletî heye û got ku ew girîngiyeke mezin bi serdana Wezîra Berevaniyê ya Fransayê didin.

Nêçîrvan Barzanî derbarê peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê jî got, “Peywendiyên dîrokî herdu aliyan jî bi hev ve girê didin. Cînosayda Enfala 1988an, Raperîna 1991an, azadiya Iraqê û di qonaxên paşê de Fransa her tim li gel Herêma Kurdistanê di nav peywendiyeke nêzîk de bû. Gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve vê piştigiriya Fransayê ti caran jibîr nake.”

Di dewama gotinên xwe Nêçîrvan Barzanî spasiyên xwe pêşkêşî Emmanuel Macron, Serokomarê Fransayê kir ku bi destpêşxeriya xwe ya di payîza 2017an de gemaroya li ser Herêma Kurdistanê şikand û got, “Di asayîkirina rewşê û destpêkirina dîyaloga li gel hikûmeta federal ji bo me bû alîkar. Di dema şerê DAIŞê de jî jibilî piştevaniya serbazî û emnî, alîkariya hemû pêkhateyên olî û etnîkî kir. Taybet jî alîkariya birayên me yên Krîstiyan û Êzidî kir û deriyê xwe li ber gelek koçberan vekir.”

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew dixwazin di her warî de peywendiyên xwe li gel Fransayê pêş bixin û got, “Deriyê me ji bo kerta taybet û kompaniyên Fransayê heta dawiyê vekiriye. Dikarin beşdarî bihêzkirina jêrxaneya Kurdistanê bibin û bi heman rengî em dikarin di warên siyasî, emnî, akademî û çandî de peywendiyên xwe pêş bixin.”

Herwiha Nêçîrvan Barzanî ji Florence Parly re got, “Silavên me bigihînin leşkerên Fransî yên li Herêma Kurdistanê. Em spasiya rola wan a di têkbirina DAIŞê de dikin. Em spasiya Fransayê dikin ku di rûbirûbûna Coronayê de piştevaniya Herêma Kurdistanê kir.”

Wezîra Berevaniyê ya Fransayê Florence Parly jî amaje bi wê kir serdana wê ya bo Hewlêrê nîşana piştevaniya Fransayê ya bo Herêma Kurdistanê û got, “Di rûbirûbûna terorê de em li gel we ne. Em pê şanaz in ku li gel Pêşmerge şerê DAIŞê dikin. Dijminê me yê hevbeş heye ku ew jî DAIŞ e. Rola Pêşmerge ya li dijî DAIŞê gelek girîng e. Em dixwazin li gel we şerê li dijî terorê berdewam bikin.”

Wezîra Fransî herwiha nîgeraniya xwe derbarê rewşa emnî ya li Rojhilata Navîn de derbirî û got, “Divê mafê serweriyê yê Iraqê bê parastin, divê destwerdanên derve ji holê bên rakirin. Divê di navbera welatên navçeyê de ji bo çareserkirina kêşeyan diyalogeke baş hebe. Serok Barzanî jî ji bo vê yekê hewl dide.”

Rudaw
Top