Berhem Salih: Tirkiye serweriya Iraqê binpê dike
Serokomarê Iraqê Berhem Salih îro, 27.08.2020, li Bexdayê pêşwazî li Wezîra Berevaniya Fransa Florence Parly kir û Ofîsa Ragihandina Serokomarê jî daxuyaniyek derbarê hevdîtina Berhem Salih û Florence Parly belav kir.
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di wê hevdîtinê de peywendiyên herdu aliyan di warên cuda de hat gotûbêjkirin û tekezî li ser pêşxistina hevkariyê hat kirin taybet jî di warê serbazî de.
Serokomariya Iraqê diyar kir ku Berhem Salih di hevdîtinê de tekezî li ser hevkarî û hemahengiya navdewletî kir ji bo rûbirûbûna terorê û rakirina hemû astengên li pêş aştiyê.
Li gor wê daxuyaniyê Berhem Salih amaje bi girîngiya xebata hevbeş a li gel Yekîtiya Ewropayê kir ji bo rizgarkirina herêmê ji krîz û aloziyan û pêkanîna seqamgiriyê û herwiha pesnê rola Fransayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de.
Derbarê êriş û operasyonên Tirkiyê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê jî Berhem Salih ragihand ku Tirkiye bi wan operasyonan serweriya Iraqê binpê dike û got ku ew operasyon li dij yasayên navdewletî ne û peywendiya cîrantiyê têk dibin.
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, Wezîra Berevaniya Fransa Florence Parly jî di hevdîtinê de piştevaniya xwe ji serwerî û asayişa Iraqê re dûpat kir û amadebûna welatê xwe ragihand ji bo piştevaniya hêzên Iraqî di rûbibûna terorê de.
Rudaw
