Rûsyayê Kîev da ber bombeyan
Di êrişên asmanî yên ku Rûsyayê bi şev birin ser Kîeva paytexta Ukraynayê 11 kes mirin û 46 jî birîndar bûn.
Li taxên Podîl û Darnîtskîyê avahiyan zerer dît û ji bo kesên di bin kavilan de mane xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dest pê kir.
Artêşa Ukraynayê ragihand ku ji bilî Kîevê, li herêmên Çernîgîv, Sumî, Zaporîjya, Dnîpropetrovsk û Donetskê jî êriş didomin.
Serokê Şaredariya Kîevê Vitaliy Kliçko li ser hesabê xwe yê medyaya civakî eşkere kir ku saet 02:45an êrişên asmanî yên li ser paytextê dest pê kiriye.
Kliçko destnîşan kir ku di êrişên li ser Kîevê de 11 kes mirin û 46 kes jî birîndar bûne û “Li 4 taxên bajêr wêraniyeke mezin heye.”
Vitaliy Kliçko diyar kir ku di encama êrişan de li taxên Podîl û Darnîtskîyê avahiyan zerer dîtiye û li cihê bûyerê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dest pê kiriye.
15 kes hatin rizgarkirin
Kliçko anî zimên ku ji avahiyeke li taxa Podîlê 15 kes hatine rizgarkirin û li seranserê bajêr heft kes birîndar bûne.
Birêvebirê Îdareya Leşkerî ya Bajarê Kîevê Tîmûr Tkaçenko jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ji ber êrişên li ser paytextê sê kes mirine û got:
"Rûsya êrişên bi mûşekan ên li ser sivîlan didomîne."
Êriş li gelek herêman didomin
Fermandariya Hêzên Asmanî ya Artêşa Ukraynayê jî di daxuyaniyekê de destnîşan kir ku di serî de Kîev, li herêmên Çernîgîv, Sumî, Zaporîjya, Dnîpropetrovsk û Donetskê êrişên asmanî didomin.
Rudaw
