Mîkrofon ji bîr kir û zanyariyên hestyar ên li ser Yewnanistan û Tirkiyê eşkere kir
Annegret Kramp-Karrenbauer, Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê îro çarşemê di civîneke wezîrên berevaniyê yên Yekîtiya Ewropayê de li Berlînê, li ser asta serkeftina danûstandina navbera Tirkiye û Yewnanistanê bersiva pirsa Josep Borrell, Rêkxerê Siyaseta Derve yê Yekîtiya Ewropayê da, lê wisa xuya ye Wezîra Almanî nizanibû mîkrofona wê vekirî maye.
Di encama vê xeletiyê de, Annegret Kramp-Karrenbauer li hember hemû rojnamevanan axivî û got: “Helwest dijwar e, aliyê Yewnanistanê hinek nermtir e, lê aliyê Tirkiyê gelek tund e.”
Josep Borrell jî dibêje: “Tirk gelek bi hêrs in û wisa hîs dikin ku pişta xwe bi Yewnanistanê girê nedin.”
Piştî ku Enqere keştiya pîvanê ya bi navê Oruç Reis şande rojhilatê Deryaya Spî bo lêgerîna çavkaniyên sirûştî, aloziya navbera Yewnanistan û Tirkiyê zêde bû û Atîna ev pêngava Enqerê, weke neyasayî bi nav kir.
K24
