• Saturday, 07 February 2026
logo

Wezîrê Derve yê Siûdiyê serdana Iraqê kir

Gulan Media August 28, 2020 Nûçe
Wezîrê Derve yê Siûdiyê serdana Iraqê kir
Wezîrê Derve yê Siûdiyê Fêysel bin Ferham îro serdana Iraqê kir û li Bexdayê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ve hat pêşwazîkirin.

Biryar e Wezîrê Derve yê Siûdiyê li gel berprisên pilebilind ên Iraqê peywendiyên du alî yên navbera Bexda û Riyazê di warên siyasî, aborî û ewlehiyê de gotûbêj bike.

Pêştir biryar bû Serokwezîrê Iraqî Mistefa Kazimî di yekemîn serdana xwe ya bo derveyî welat de serdana Siûdiyê bike, lê belê ji ber nexweşketina Şahê Siûdiyê Şah Selman, serdana Mistefa Kazimî bo wî welatî hatibû paşxistin.

Piştî paşketina serdana wî ya bo Siûdiyê, Kazimî serdana Îranê kiribû. Serokwezîrê Iraqê heftiya bihorî jî serdana Amerîkayê kiribû û Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşwaziya wî kiribû.

Her di derbarê serdana Serokwezîrê Iraqê bo Siûdiyê de, berdevkê hikûmeta Iraqê Ehmed Mela Telal di kongreya xwe ya heftane de ragihand, serdana Siûdiyê her di bernameya Mistefa Kazimî de ye.

Rudaw
Top