Serokwezîrê Iraqê: Em êrişên Tirkiyê red dikin
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî derbarê operasyon û êrişên Tirkiyê li nav xaka Başûrê Kurdistanê ji malpera The Nationel a Îmaratî re axivî.
Mistefa Kazimî tekez kir, “Helbet em êrişa Tirkiyê ya li nav xaka Herêma Kurdistana Iraqê red dikin û em nîgeraniyên Tirkiyê yên derbarê çalakiyên PKKê de jî têdigihijin.”
Serokwezîrê Iraqê diyar jî kir ku ji bo peywendiyên wan seqamgir bin, divê nîgeraniyên herdu aliyan jî ji holê bên rakirin.
Di dewama gotinên xwe de Mistefa Kazimî tekez kir ku armanca wan ew çaksaziyên hatine destnîşankirin cîbicî bike û sala bê hilbijartinên azad û dadperwerane pêk bîne.
Derbarê Heşda Şeibî de jî Kazimî got, “Ew grûpên xwe di ser yasayan re dibînin, dê di demek nêz de ji aliyê hêzên me yên menî ve p,ngavên cidî bibînin” û tekez kir ku ew dê grûpên çekdar ên deryasayî qedexe bikin.
Serokwezîrê Iraqê derbarê peywendiyên li gel Amerîkayê jî ragihand ku ew gelek girîngiyê bi peywendiyên li gel Amerîkayê didin û derbarî dawîn serdana xwe d ejî diyar kir, “Serdaneke serkeftî bû. Girîngtirîn encam hevbeşiya aborî ya di navbera herdu aliyan de bû. Min hest bi pabendbûna Amerîkayê ya bo pêşxistina hevbeşiya me kir. Peywendiya em ket qonaxekê ku ne tenê xwe dispêre hevkariya emnî.”
Herwiha derbarê peywendiyên li gel welatên Kendavê jî Kazimî amaje bi wê kir ku piştî 30 salan peywendiyên Iraqê li gel welatên Kendavê baû bûn û got, “Divê em ji dagîrkirina Kiwêtê ders werbigirin. Ew bêguman êrişeke Sedam Husên a neheq bû li ser welatekî cîran. Em hewl didin peywendiyên xwe pêş bixin, ji ber ku ev yek dê xizmetê li seqamgiriyê bike û dawî li şer, perçebûn û mezhepperestiyê bîne. Ev daxwaza piraniya Iraqiyan e.”
Rudaw
