Trump û Erdogan pêşhatên herêmê guftûgo kirin
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, bi telefonê pêwendî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku her du serokan di peywendiya telefonî de ligel mijarên dualî, pirsa rojhilatê Deryaya Naverast û pêşhatên li herêmê axivîn.
Erdogan di peywendiya telefonî de bi bîr xist ku ya ku bêarmaniya li rojhilatê Deryaya Naverast dibe, ne ji aliyê Tirkiyeyê ve ye.
Erdogan tekezî li wê yekê kir, Tirkiyê bi gavên berceste çespandiye ku li rojhilatê Deryaya Naverast alîgirê diyalogê û kêmkirina rageşiyê ye.
K24
