• Sunday, 08 February 2026
logo

Trump û Erdogan pêşhatên herêmê guftûgo kirin

Gulan Media August 27, 2020 Nûçe
Trump û Erdogan pêşhatên herêmê guftûgo kirin
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, bi telefonê dawî pêşhatên li herêmê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re guftûgo kirin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, bi telefonê pêwendî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku her du serokan di peywendiya telefonî de ligel mijarên dualî, pirsa rojhilatê Deryaya Naverast û pêşhatên li herêmê axivîn.

Erdogan di peywendiya telefonî de bi bîr xist ku ya ku bêarmaniya li rojhilatê Deryaya Naverast dibe, ne ji aliyê Tirkiyeyê ve ye.

Erdogan tekezî li wê yekê kir, Tirkiyê bi gavên berceste çespandiye ku li rojhilatê Deryaya Naverast alîgirê diyalogê û kêmkirina rageşiyê ye.

K24
Top