Dr. Mihemed Şukrî, Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê ji bo Gulan: Di kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de 856 projeyan destûra kar wergirtine bi sermiyanê 25,298 milyar dolaran.
Dr. Mihemed Şukrî, Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê ji bo Gulan:
Di kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de 856 projeyan destûra kar
wergirtine bi sermiyanê 25,298 milyar dolaran.
Dr. Mihemed Şukrî, Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê, di
hevpeyvînekê de ligel kovara Gulan, tekez dike ku sektora veberhênanê di
kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de werçerxaneke mezin bi xwe ve
dîtiye. Bi vî awayî, ji sala 2019an ve heta nîveka yekem a îsal 2026an, hejmara
wan projeyên ku destûr wergirtine gihîştiye 856 projeyan bi sermiyanê
zêdetirî 25,298 milyar dolaran. Herwiha komek amarên din jî dixe rû.
Pirs: Di destpêkê de bila em bi vê pirsê dest pê bikin, gelo di dema temenê
kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hejmara projeyên ku destûr
wergirtine çend e?
Dr. Mihemed Şukrî: Ji meha 7ê ya sala 2019an heta meha 7ê ya sala 2026an, destûr
hatiye dayîn bo 856 projeyan bi sermiyanê 25,298 milyar dolaran, ku li
ser 73,474 donim erd tên cîbicîkirin. Ev zêdetirîn hejmara projeyan e di dema
temenê Desteya Veberhênanê ya Kurdistanê de ku bi vê hejmar û qebareya mezin a
sermiyanî destûr hatibe dayîn, û piraniya herî zêde ya wan projeyan jî bi dawî
bûne. Heta yek ji destkeftên din ên hikûmetê, dabeşbûna projeyan bûye li
seranserê parêzgeh û îdareyên serbixwe ku bi vî awayî ne: (Parêzgeha Hewlêrê 365
proje, Silêmanî 170, Dihok 166, Helebce 12, Germiyan 64, Raperîn 34, Zaxo 31,
Soran 14), ku 73,650 derfetên kar dabîn kirine.
Pirs: Gelo heta çi radeyê hat karîn ku veberhênan ber bi sektorên curbecur ve bê
arastêkirin, ji bo ku roleke wê di pirrengkirina aboriyê de hebe û sermiyanê
veberhênanê ber bi sektorên çandinî, pîşesazî û tûrîzmê ve biçe ku ji bo dahat û
derfetên kar giringiyeke wan a mezin heye?
Dr. Mihemed Şukrî: Tevî hemû astengî, girift û qeyranên darayî, bi piştevaniya
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ne tenê hat karîn ku veberhênana navxweyî û
biyanî raneweste, lê belê hat karîn siyaset û bernameya kabîneya nehem a
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê pirrengkirina aborî û giringîdan bi sektorên
çandinî, pîşesazî û tûrîzmê de bê pêşxistin. Ev pêvajoyeke berfireh bû bi rêya
binyatnanêra jêrxana wan sektorên aborî. Bo nimûne di warê bendavan de avakirina
bendavên (Gomespan, Xinis, Aquban, Turecar, Bestore, Binaslawe, Serqiz, Şewgêr û
çendîn projeyên din ên avdêriyê) hemûyan roleke mezin di parastina avê, geşeya
çandiniyê û rakêşana geştiyaran de hebûye. Projeya 24 saetî ya elektrîkê û ew
hemû rê û pir û giringîdan bi projeyên tûrîzmê û nûjenkirina Keleha Hewlêrê,
Keleha Dwîn, Qişleya Akrê, Çiyayê Zawa, Kornîşa Zaxo û Ekuaparka Rewandiz, hemû
nimûneyên berçav ên wê geşepêdanê ne ku me di nexşerêya veberhênanê de hebûn û
me teşwîqa veberhênanê jî kiriye. Lewma di sektora çandiniyê de 30 proje, di
sektora tûrîzmê de 118 proje û di sektora pîşesaziyê de 205 projeyên me hebûne.
Pirs: Gelo sektorên din çiqas giringî dîtine? Û kompanyayên veberhênerên
navxweyî çiqas di van projeyan de beşdar bûne?
Dr. Mihemed Şukrî: Giringîdan bi çandinî, pîşesazî û tûrîzmê ne li ser hesabê
projeyên din bûye. Bo nimûne di sektora niştecihbûnê (xanîber) de ku pêdiviyeke
welatiyan e, me di destpêkê de projeyên rawestiyayî bi kar xistin û piştre me
karî destûrê bidin 102 projeyan. Di sektora bazirganiyê de 246 proje, di
tenduristiyê de 47 proje, di perwerdehiyê de 73 proje, werzişî 19 proje,
xizmetguzarî 10 proje û bank 3 proje hatine encamdan. Ew çar sektorên ku
sermiyanê wan di ser milyar dolarî re bûye ev in: Sektora tûrîzmê zêdetirî 7
milyar û 900 milyon dolar, niştecihbûn 8 milyar û 527 milyon dolar, pîşesazî 4
milyar û 906 milyon dolar û bazirganî 1 milyar û 718 milyon dolar.
Derbarê beşa duyem a pirsê de; veberhênerên xomalî (navxweyî) beşdarî di 844
projeyan de kirine bi sermiyanê zêdetirî 19 milyar dolarî ku 77,45% ji sermiyanê
veberhênanê pêk tîne. Li aliyê din, hejmara projeyên biyanî û yên hevbeş di
navbera veberhênerên biyanî û xomalî de 12 proje bûn bi sermiyanê zêdetirî 5
milyar dolarî ku 22,55% ji sermiyanê veberhênanê ye; ev proje li ser welatên
wekî Çîn, Fransa, Tirkiye, Îmarat, Lubnan, Misir û Sûriyeyê dabeş bûne.
Pirs: Rêjeya salane ya veberhênanê di temenê kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma
Kurdistanê de di çi astekê de bûye?
Dr. Mihemed Şukrî: Di kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de zêdetirîn
proje destûr wergirtine û hatine cîbicîkirin. Bi rêjeyekê ku sal bi sal hejmara
wan projeyên veberhênanê yên me destûr dane wan, di bilindbûneke berdewam de
bûye: (2019: 15 proje, 2020: 70 proje, 2021: 70 proje, 2022: 93 proje, 2023: 154
proje, 2024: 172 proje, 2025: 210 proje û di nîveka yekem a îsal 2026an de 72
proje). Yanî sal bi sal hejmara projeyên destûrwergirtî û cîbicîkirî ber bi
zêdebûnê ve çûye.
Pirs: We di destpêka axaftina xwe de behsa hêza kar kir, bi taybetî bo ciwan û
derçûyên zanîngeh û peymangehên Kurdistanê. Gelo di vê hejmara zêde ya projeyan
de we çiqas ev alî li ber çavan girtiye?
Dr. Mihemed Şukrî: Di kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de nêzîkî 73
hezar derfetên kar û bi dehan derfetên din bi awayekî rasterast û nerasterast di
sektora veberhênanê de hatine dabînkirin. Heke em hejmara wan endazyar, karker û
pîşeyiyan jî behs bikin ku di dema cîbicîkirina projeyan de derfetên kar dîtine,
ev hejmar dê pir zêdetir bibe. Heta li ser raspardeyên Serokê Hikûmeta Herêma
Kurdistanê û ji bo giringîdan bi dîtina derfetên kar ên guncav bo ciwanan, me
şertekî sereke bo veberhênana navxweyî û biyanî daniye ku nabe di projeyên
veberhênanê de rêjeya hêza kar a xomalî ji 75% kêmtir be. Herwiha giringiyeke
taybet me daye pirrengkirina aborî di warên veberhênana çandinî, pîşesazî û
tûrîzmê de ku zêdetirîn derfetên kar ên rasterast û nerasterast dabîn dike. Tenê
di warê çandiniyê de veberhênan ji 1,8% bo 8% hat bilindkirin. Hemû ev destkeft
jî vedigerin bo dîtineke (vîzyoneke) baş a veberhênanê û binyatnanêra jêrxana
aborî û pêşxistina aboriya Herêma Kurdistanê.
