• Sunday, 05 July 2026
logo

Assefa Fiseha, profîsorê yasaya destûrî li zanîngeha Adîs Ebaba bo Gulan: Serkeftina fîderalîzmê bi binyada destûrî, piştgiriya saziyî û pabendbûna siyasî ve girêdayî ye

Assefa Fiseha, profîsorê yasaya destûrî li zanîngeha Adîs Ebaba bo Gulan: Serkeftina fîderalîzmê bi binyada destûrî, piştgiriya saziyî û pabendbûna siyasî ve girêdayî ye

 

Di demekê de ku gelek welatên Afrîkayê hîn jî rûbirûyî neseqamgiriya siyasî,
milmilaniya navxweyî û qeyrana desthilatê dibin, hingê pirsa hukimraniyê û
çawaniya birêvebirina pirrengiya civakan ji her demê pirtir giringiya xwe heye.
Piraniya şiroveyên siyasî hokarê kêşeyan vedigerînin bo hebûna cudahiyên etnîkî
û olî, lê belê hinek lêkolînerên navdar bawer dikin ku rîşeya sereke ya kêşeyê
ji şikestxwarina hukimraniyê û nebûna sîstema dadperweriyê serçavî girtiye.

Di vê hevpeyvînê de, profîsor "Assefa Fiseha" ku profîsorê yasa û hukimraniyê ye
li zanîngeha Adîs Ebaba, û şarezayê fîderalîzmê û pirsa daxistina desthilatê ye
li parzemîna Afrîkayê, behsa wê yekê dike ka çawa paşguhkirina
(marjînalîzekirina) grûpên cuda, nebûna rêkeftina siyasî û lawaziya saziyan bûne
sedema neseqamgiriyê di gelek welatên Afrîkayê de. Herwiha ronahî dixe ser
peywendiya navbera nasname, hukimranî, fîderalîzm û îradeya siyasî, û diyar dike
ku binyada destûrî bi tenê ne bes e, heger piştgiriya saziyî û pabendbûna siyasî
ligel nebe.

Gulan: We lêkolînek di barê alengariyên (astengiyên) niha yên hukimraniyê li
Afrîkayê de heye û tê de amaje bi wê dikin ku alozî û neseqamgiriya vê deverê,
bi radeyek mezin vedigere bo qeyrana hukimraniyê, ne dabeşbûna etnîkî û civakî.
Aya hûn bawer dikin ku darêjerên siyasetê li vê deverê bi xeletî rîşeya kêşeyên
xwe destnîşan kirine?

Prof. Assefa Fiseha: Ez bawer dikim tiştê ku peywendî bi welatên Afrîkayê û
herêma Rojhilata Navîn ve hebe, hingê pirsa sereke û hestiyar peywendî bi
qeyrana hukimraniyê ve heye. Ev jî bi wateya wê yekê ye ku nuxbeya siyasî ya
welat ji grûpeke biçûk a etnîkî serçavî girtiye û her dema ku cila desthilatê
girtin destê xwe, hingê kar bo berdewamiya desthilatê û kontrolkirina çavkaniyan
dikin û hewl didin grûpên din paşguh bixin. Li welatên wek Etiyopya, Somalya û
Sûdanê, herwiha li Sûdana Başûr ev rewş heye. Heger em bersivê zelaltir bikin,
ez dibêjim: Ew nuxbeya siyasî xwedî piştgiriyeke berfireh a civakî nîn in û her
dema ku desthilat girtin dest, hingê artêş û dezgehên ewlehiyê û hêzên mîlîşya
yên nefermî bi kar tînin bo tirsandina grûp û pêkhateyên din. Ji her tiştî
giringtir, kar û xebat nakin bo dabînkirina pirsên bingehîn ên wek mîsogerkirina
selametî û asayîşa hemwelatiyan, geşepêdana aborî, avakirina jêrxana welat û
dabînkirina dadperweriya civakî. Ev rewş bixwe qeyrana şerîyetê (rewayiyê) di
nav sîstemê de durist dike. Ew rastiya ku piraniya serokên van welatan serokên
takrew (dîktator) in, bûye sedem ku sîstema hukimraniyê rûbirûyî alengariyên
navxweyî bibe. Ji ber ku grûpên paşguhkirî (wek mînak li Somalyayê, yan grûpên
etnîkî li Sûdana Başûr, yan jî grûpên neteweyî-etnîkî yên Etiyopyayê) nikarin
nadadperwerî û sitema siyasî û neyeksaniya aborî qebûl bikin. Zû yan dereng, xwe
rêk dixin bo serûbinkirin û rastkirina sîstema siyasî ya serdest. Mebesta min ew
e di rewşa nebûna rêkeftina siyasî û nebûna diyalogeke həməlایەن û cîyê razîbûna
hemûyan de, rewş ber bi nakokiyê ve diçe û di rewşa herî xerab de -wek tiştê ku
niha li Etiyopyayê rû dide- şer di navbera navend û hêz û grûpên etnîkî de
durist dibe. Wekî min berê jî amaje pê kir, hokar û rîşeya van şer û nakokiyan
neyeksanî, nadadî û xwesepandin e.

Gulan: Aya dibe ku ev hemû encama wê bin ku wek kêşe serederî ligel "nasnameyê"
tê kirin, ne wek şikestxwarina di warê hukimraniyê de?

Prof. Assefa Fiseha: Di maweyê 30 salên lêkolîn û nivîsîna min de di barê
çawaniya çareserkirina pirsên peywendîdar bi dabeşbûna etnîkî û neteweyî ve, min
hewl daye li ezmûnên serkeftî binerim. Wek mînak di vî warî de eger em amaje bi
ezmûna Hindistanê bikin, em dikarin bêjin di maweyê 50-60 salên borî de
pêşkeftineke berçav bi dest xistiye bo dihewandina nasnameyên cuda. Li vir
mebesta min ew e ku tenê ew dem nasname dibe çavkaniya kêşeyê dema ku tu hewl
bidî wê paşguh bixî (marginalize bikî). Nexwe nasname bixwe ne kêşe ye. Hûn li
gelek welatên Ewropayê binerin, wek mînak li welatekî demokratîk wek Swîsreyê,
yan welatekî wek Hindistanê ku nifûsa wê nêzîkî 1.4 milyar kes e; em dibînin ku
grûpên etnîkî û olî bi aştî ligel hev dijîn ji ber ku di nav sîstema siyasî de
cîh bo wan hatine vekirin. Yanî dema sîstema siyasî hinek ji grûp û pêkhateyan
paşguh bixe (çi etnîkî bin çi olî), hingê nasname dibe "siyasî", ji ber ku grûp
xwe didin pişta vê nasnameyê bo rûbirûbûna sîstemeke nadadperwer. Ji vî alî ve
pirsa sereke şikestxwarina di serederiya ligel nasnameyê de ye, nexwe nasname
bixwe ne kêşe ye.

Gulan: Hûn di nivîsên xwe de di barê fîderalîzm û daxistina desthilatê de, behsa
wê dikin ka aya "dîzayna saziyî" dikare bi awayekî çalak îdareya pirrengiyê
bike? Aya heger binyadeke saziyî ya baş hebe bo fîderalîzmê, ev binyad dikare bi
ser nebûna pabendbûna siyasî de zal bibe, an serkeftina dawî ya fîderalîzmê bi
çanda siyasî ve girêdayî ye?

Prof. Assefa Fiseha: Ez dibêjim: Her du jî giring in. Wek mînak heger em li
sîstemên cuda yên Afrîkayê binerin, û li welatê Afrîkaya Başûr binihêrin; em
dibînin Partiya Kongreya Niştimanî ya Afrîkayê (ANC), ku nuxbeyeke siyasî ya
bihêz e û şer li dijî rejîma Apartheidê kir, paşê formeke fîderalî ava kir ku
sîstemekî parlamenî û têkel e. Tê de grûpên cuda wek qeyaneyeke yekgirtû kar
dikin, ne ku her yek wek grûpek etnîkî ya cuda. Herwiha di destûrê de rêzgirtin
li azadiyên takkesî hatiye mîsogerkirin. Di sê salên borî de karên mezin bo
demokratîkkirina Afrîkaya Başûr kiriye. Her çend niha ANC desthilata xwe ya
mutleq ji dest daye û hikûmeteke hevpeymanî welat birêve dibe, lê dikare were
gotin ku li Afrîkaya Başûr binyadeke destûrî ya qahîm heye.

Lê heger em behsa Etiyopyayê bikin, di maweyê şeş dehsalên borî de hukimraniyeke
navendî ya xwesepên beşeke mezin a welat paşguh kiriye, ev jî bûye sedem ku
bizaveke radîkal a rizgariya niştimanî durist bibe. Li vir ez dibêjim ku ezmûna
Afrîkaya Başûr nayê veguhastin bo Etiyopyayê, ji ber ku rewşa van her du welatan
ji hev cuda ye. Li Etiyopyayê grûpên etnîkî-neteweyî daxwazeke zêde ya
xwerêveberiyê (self-governance) hene û her binyadeke destûrî ya ku vê pirsê li
ber çav negire, nikare bi serkeftî were cîbicîkirin. Nexwe binyada destûrî
giring e, lê ev binyad bi tenê nikare encameke dilxwaz mîsoger bike, ji ber ku
her peyman û pabendbûneke di destûr de hebe, di dawiyê de cîbicîkirina wê bi
hebûna "îradeya siyasî" ve girêdayî ye. Ji wê jî giringtir, pêdiviya wan bi
saziyên (institutions) bihêz heye bo wê yekê ku her dema serokên siyasî destûr
pêşêl kir, yan cîbicîkirin paşguh xist, hingê rûbirûyî saziyên bihêz bibin; wek
mînak Dadgeha Destûrî, wek tiştê ku li Afrîkaya Başûr heye. Ji ber wê, pêdiviya
me bi pabendbûna siyasî û saziyên bihêz heye bo wê yekê ku desthilata şexsî
(şexsperestî) bi ser saziyan de zal nebe. Nexwe hebûna saziyên bihêz giringiyeke
bingehîn heye. Heger em kurt bikin: Divê binyadeke destûrî, îradeya siyasî û
saziyên bihêz hebin bo wê yekê ku hukimraniya şexsî nebe xesleta zal a sîstemê û
ezmûna fîderalî serkeftî bibe.

 

 

Top