• Sunday, 08 February 2026
logo

Wezîra Berevaniyê ya Fransayê sardana Hewlêrê dike

Gulan Media August 27, 2020 Nûçe
Wezîra Berevaniyê ya Fransayê sardana Hewlêrê dike
Wezîra Berevaniyê ya Fransayê şeva bûrî gihîşt bexdayê û piştî civînên xwe ligel berpirsên Iraqê bike, sardana Herêma Hewlêrê dike û ligel berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê dicive.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Wezîra Berevaniyê ya Fransayê Florence Parly aşkere kir, Florence Parly duhî gihîşte Bexdayê û îro dest bi civînên xwe dike. Li gor zanyariyên K24ê jî, Wezîra Berevaniyê ya fransayê îro digihe Hewlêrê û ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê dicive.

Heman jêderî behsa wê jî kir, Florence Parly di guftûgoyên xwe de berdewamiyê dide babetên ku Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian di sardana ya berî çend hefteyan de guftûgo kirinê, ji wan jî, şerê li dijî DAIŞê û rêzgirtina li serweriya Iraqê û êrîşên vê dawiyê yên Tirkiyê li dijî PKKê li ser xaka Herêma Kurdistanê dike.

Heman jêderî got jî, Wezîra Berevaniyê ya fransayê dê guftûgoyan derbarê destêwerdana Tirkiyê di nava xaka Iraqê û bi taybet êrîşên esmanî yên Tirkiyê li dijî PKKê li Herêma Kurdistanê bike.

K24
Top