• Saturday, 07 February 2026
logo

Li rojavayê Kurdistanê zirxpoşên Amerîkî û Rûsî bi hev ketin

Gulan Media August 27, 2020 Nûçe
Li rojavayê Kurdistanê zirxpoşên Amerîkî û Rûsî bi hev ketin
Du zirxpoşên Amerîkî û Rûsî li rojavayê Kurdistanê bi hev ketin û çend serbazên Amerîkayê birîndar bûn.

Rayedarên Amerîkî ji ajansa Reutersê re ragihandine; li bajarokê Dêrik ê rojavayê Kurdistanê zirxpoşeke Rûsî û zirxpoşeke Amerîkî xwe li hev qelibandine û di encamê de çend serbazên Amerîkî birîndar bûne.

Li gor daxuyaniya rayedarên Amerîkayê, di rûdanê de gulleberdan çênebûye û birînên serbazên Amerîkî jî sivik in.

Piştî vê rûdanê, General Mark Milley, Serokerkanê Hêzên Amerîkayê peywendiyeke telefonî ligel Valeri Gerasimov, Serokerkanê Rûsyayê encam daye. Hat ragihandin ku her du aliyan li ser "eşkerenekirina hûrgiliyên axaftina xwe" li hev kirine.

K24
Top