• Saturday, 07 February 2026
logo

Amarên nû yên Coronayê li Rojava: 53 haletên nû yên pêketinê û 1 mirin

Gulan Media August 27, 2020 Nûçe
Amarên nû yên Coronayê li Rojava: 53 haletên nû yên pêketinê û 1 mirin
Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser li Bakurê Rojhilatê Sûriyê amarên nû yên têkildarî coronavîrusê belav kirin û ragihand, di 24 demjimêrên bihorî de kesekî jiyana xwe ji dest daye û 53 kes jî bi COVID-19 ketine.

Hevserokê Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser a li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, Dr. Ciwan Mistefa îro Çarşemê 26ê Tebaxa 2020 amarên nû yên têkildarî Coronayê belav kirin.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di 24 demjimêrên derbasbûyî de 53 haletên nû yên pêketina bi vîrusa COVID-19 li navçeyên Rêveberiya Xweser hatine tomarkirin, ku ji destpêka derketina Coronayê li Rojavayê Kurdistanê ve û heta niha rekoreke nû ye.

Ciwan Mistefa diyar kir, 29 ji wan pêketiyên nû zilam û 24 kes jî jin in.

Li gor daxuyaniyê, ji wan 53 haletên nû yên pêketinê, 6 kes li Hesekê, 17 li Qamişlo, kesek li Rimêlanê, 5 kes li Dêrikê, 3 kes li Amûdê, kesek li Dirbêsiyê, 4 kes li Dêrezorê, 2 kes li Reqayê, kesek li Holê û kesek jî li Tebqayê bi COVID-19 ketine.

Li gor amarên îro, herî zêde li Qamişlo, Heseke û Dêrikê haletên nû yên tûşbûna bi Coronayê hatine tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser a li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, herwiha got, herî dawî kesekî din ji pêketiyên Coronayê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye.

Ciwan Mistefa destnîşan kir, di 24 demijimêrên bihorî de 5 kes ji nexweşên Coronayê jî li navçeyên wan baş bûye û bi vî awayî hejmara giştî ya kesên ku heta niha baş bûne, gihîştiye 80 kesan.

Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser, ji destpêkê ve heta niha 478 kes bi Coronayê ketine, ku 28 kesan ji wan jiyana xwe ji dest dane.

Rudaw
Top